Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Dîktator dê têk biçin

Sibê li Stenbolê dê hilbijêr biçin ser sindoqan û şaredarê bajar diyar bikin. Her çiqas namzetê 3’emîn û 4’emîn hebe jî dê hilbijartin di navbera du namzetan de derbas bibe. Ji van namzetan yek Ekrem Îmamoglu ye û yê din jî Bîn-alî Yildirim e.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/06/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – Dîktator dê têk biçin
ParvekeTweet

“Sibê li Stenbolê dê hilbijêr biçin ser sindoqan û şaredarê bajar diyar bikin. Her çiqas namzetê 3’emîn û 4’emîn hebe jî dê hilbijartin di navbera du namzetan de derbas bibe. Ji van namzetan yek Ekrem Îmamoglu ye û yê din jî Bîn-alî Yildirim e. Gelo dê kê bi ser bikeve? Ji bo bersiva vê pirsê were wergirtin çavê hemû kesî li êvara 23’ê hezîranê ye.

Di esasê xwe de hilbijartina şaredariya Stenbolê di êvara 31’ê adara 2019’an de aşkera bûbû. Lê faşîzma AKP-MHP’ê çawa ku encamên hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an qebûl nekirin, encamên hilbijartina şaredariya Stenbolê jî qebûl nekirin. Encamên hilbijartinê ‘tune hesibandin’ û ji bo bi ser bikevin careke din sindoq danîn. Di encamê de gihiştin meqseda xwe. Gelo dê di hilbijartina 23’ê hezîranê de heman encamê bi dest bixin? Bersiva vê pirsê dê di êvara 23’ê hezîranê de aşkera bibe.

Dibêjin; ‘Dîktator nakevin hilbijartineke ku qezenc nekin’. Di dîrokê de mînakên vê pir in. Ji ber ku her tişt di kontrola wan de ye, encamên hilbijartinê li gorî xwe mîsoger dikin û piştre dikevin hilbijartinê. Şefê cuntaya 12’ê îlona 1980’î Kenan Evren ji bo makezagona 12’ê îlonê bide qebûlkirin referandûm pêk anî û bi dengê ji sedî 90 bû serokkomar. Lê her tim wisa nabe û mînakên cûda jî hene. Li Tunusê Zeynel Abîdîn Bîn Alî û li Sûdanê Omer El Beşîr firsend nedîtin li gorî dilê xwe hilbijartin pêk bînin û neçar man kursiyên xwe terk bikin.

Bêguman hilbijartina 23’ê hezîranê ne hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê ye u ne jî hilbijartina serokkomariyê û referandûm e. Ger were hilbijartin jî dê şaredarekî ku qedera wî di destê Wezîrê Karê Hundir de were hilbijartin. Her çiqas wisa be jî, evqas hêsan nîne. Ji ber ku li bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê hilbijartin pêk tê. Bêguman ev hilbijartin dê bandorê li Tirkiye û qada navneteweyî bike. Ev mijarên girîng in û gelek caran têkildarî vê mijarê nirxandin hatin kirin. Ji ber wê yekê ne hewce ye em heman tiştan dûbare bikin.

Hilbijarên heta niha bi awayekî tercîhên xwe kirine. Ger pêşveçûneke pir girîng neqewime, tercîha hilbijêran diyar e. Ekrem Îmamoglu û Bîn-Alî Yildirim bi hev re derketin bernameya televîzyonê, bi rojan reklama vê bernameyê hat kirin, lê piştî vê bernameya tabloyeke cûda derneket holê. Ya girîng ew e ku ev rastî baş were fêmkirin û sindoqên ku di 23’ê hezîranê de bên danîn li gorî vê nêzîkatiyê be.

Li jorê jî me got; ‘Dîktator nakevin hilbijartineke ku qezenc nekin’. Gelek kesan li gorî vê gotinê têkildarî hilbijartina 23’ê hezîranê nirxandinên xwe kirin. Heta êvara 23’ê hezîranê encamên hilbijartinê bên aşkerakirin, pêwîst e ev gotin ji bîra me neçe.

Lazime neyê jibîrkirin ku kesên hilbijartina şaredariya Stenbolê dan betalkirin, di sedemên betalkirinê de ew bi xwe jî qanî nebûn. Bi fermana R. T. Erdogan û Devlet Bahçelî hilbijartin pêk tê. Ji ber vê yekê ji destpêka hilbijartinê heta aşkerakirina encaman hilbijartineke bi guman e.

Niştecihên Stenbolê dê di çarçoveya van rastiyan de sibê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzetan. Dibe ku gelek kes ji ber van sedema ku encamên dijberê vîna wan neçûbûna ser sindoqan. Ger wisa be kesek nikare sedemê vê tercîhê ji wan bipirse. Ji ber ku her tişt aşkera ye. Di hilbijartinê de aliyek bi ser ketiye û aliyê din jî encamê hilbijartinê qebûl nekiriye. Piştî ku encamên dixwestin bi dest nexistin hilbijartin dan betalkirin. Çawa ku li Kurdistanê bi tayînkirina qeyûman dest danîne ser şaredariyan bi heman rengî li Stenbolê jî dest danîn ser şaredariyê. Pêwîst e gelê Stenbolê ev helwest qebûl nekira, li vîna xwe xwedî derketibana û şaredariya ku qezenc kirine teslîm nekiribana. Lê wisa nebû û mirov dikare sedemên vê yekê nîqaş bike. Li vir a girîng bi destpêkirina nîqaşê nîne û ya girîng ew e ku ji encamên berê ders bên derxistin. Ji bo şaredariyên li Kurdistanê çawa ku helwest hat nîşandan lazime ji bo şaredariya Stenbolê jî heman helwest were nîşandan.

Tu kes nikare bibêje hilbijartinên ku sibê li Stenbolê pêk bên hilbijartinên rasteqîn in û mudaxaleyî sindoqan nehatiye kirin. Çawa ku hikûmetên AKP’ê 17 sal in di hilbijartinan de serî li hîle û lîstikan dide dê heman lîstikan di hilbijartina şaredariya Stenbolê de jî bixe dewreyê. D. Bahçelî û R. T. Erdogan dê hewl bidin encamên ku ji berê ve plan dikirin di sindoqa de bi dest bixin. Ev pir aşkera û zelal e.

Pêwîst e tu kes nebêje; ‘jixwe van hemû plan û lîstikên xwe amade kirine, encamên hilbijartinê diyar kirine û tiştekî ku ji destê me were nîn e’. Ev qeder nîn e û ji îrade û mafên xwe xwedîderketinê rewatir tu tiştek nîne.

Ya girîng ew e ku di hilbijartinên 23’ê hezîranê de herkes biçe ser sindoqan û li dengê xwe xwedî derkeve. YSK’ê di 6’ê gulanê de hilbijartin betal kir û tiştên ku wê demê nehatin kirin divê di 23’ê hezîranê de û piştî hilbijartinê bên kirin. Dîktatoriya D. Bahçelî û R. T. Erdogan ji bo di vê hilbijartinê de bi ser bikevin amadekariyên xwe kirine û divê di hilbijartinê de ew têk biçin û gotina; ‘Dîktator nakevin hilbijartineke ku qezenc nekin’ were berovajîkirin û were nîşandan ku dîktator jî têk diçin.

Şert û merc bêtir dest didin ku dîktator têk biçin.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Cûmalî Dogan

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 23’Ê HEZÎRANÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Li Kurdistanê xeta dewlet-çete

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Li Kurdistanê xeta dewlet-çete

ANALÎZ - Li Kurdistanê xeta dewlet-çete

TAYBET – Fermandarê Pêşmergeyan: Gerîllayên Azadiya Kurdistan parastina hemû gelan dike

TAYBET - Fermandarê Pêşmergeyan: Gerîllayên Azadiya Kurdistan parastina hemû gelan dike

Manşet

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.