Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Girtiyên PKK û PAJK’ê: ”Em ê bênavber çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/01/2019 - 14:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Li ku derê dibe bila bibe em ê di nav berxwedanê de bibin
ParvekeTweet

Denîz Kaya; ”Em berxwedana xwe ya bi dirûşma ‘faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û Kurdistanê azad bikin’ mezin dikin. Em radigihînin ku berxwedana xwe ya greva birçîbûnê ku me ji bo azadiya Rêberê xwe û afirandina şert û mercên azad dane destpêkirin, em ê bidomînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Denîz Kaya bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate kirin daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Kaya wiha ye:

“Di vê demê de ku em di nava pêngavên azadkirinê yên têkoşîna me ya azadiyê de ne, em berxwedana xwe ya bi dirûşma ‘faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û Kurdistanê azad bikin’ mezin dikin. Em radigihînin ku berxwedana xwe ya greva birçîbûnê ku me ji bo azadiya Rêberê xwe û afirandina şert û mercên azad dane destpêkirin, em ê bidomînin. Divê were zanîn; hevdîtina ku 12’ê Çileyê Rêberê me bi birayê xwe re kir, têra çarçoveya berxwedana me nake û pêkhatina hevdîtinekê nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Em, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, gelekî kêfxweş in ku agahî ji Rêberê xwe girtine. Lê belê divê bê zanîn, em ê bi şerê taybet ê faşîst ê AKP-MHP’ê nexapin. Em di xeta felsefîk îdeolojîk a Rêberê xwe de bi hişmendiya azadiyê berxwedana xwe geş dikin. Pêwîste ti carî neyê jibîrkirin ku em bi bîrdoziya Rêberê xwe tevdigerin. Ji ber vê yekê em nexapiyan û me nexapandin, divê ev baş weer zanîn. Biryardariya me ya berxwedana greva birçîbûnê jî vê yekê nîşan dide.

Sîstema dîktatorî faşîst a AKP-MHP’ê ji bo dawî li berxwedana me bîne, polîtîkayên şerê taybet xistiye dewrê. Hikumeta AKP’ê ku li pêşberî berxwedana me ya geşbûyî tengav bûye, roja Şemiyê destûra hevdîtinê da ku ev yek jî tê wê wateyê ku tengav bûye. Eger hikumeta AKP-MHP’ê dixwaze îspat bike ku bi vê hevdîtinê re ne li pey hesabên erzan e, divê bike ku hevdîtinên bi Rêberê me re bi rêk û pêk werin kirin, şert û mercên kar û jiyanê yên azad biafirîne, naxwe divê zanibin ku em ê bi polîtîkayên wiha erzan nexapin. Doh bi rêya birayê wî hevdîtin bi Rêberê me re hate kirin, lê belê ev hevdîtin di nava şert û mercên tecrîdê de hate kirin. Yanî tecrîd hîn jî dewam dike.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em radigihînin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi rengekî bê navber didomînin. Niha 226 hevalên me di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Di heman demê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger dewam dike. Bi taybetî Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji 8’ê Mijdarê ve 67 roj in bi biryardarî li ber xwe dide. Divê faşîzma AKP-MHP’ê baş zanibe ku em evîndarên rastiyê ne, yekane heqîqeta me jî Rêberê me ye. Ji ber vê yekê bi milyonan mirov li dora heqîqeta me li hev civiyane û serî hildane. Em ê nîşan bidin ku wê nikaribin bi milyonan mirovî tecrîd bikin. Lewma em bang li parêzvanên demokrasiyê, nivîskar, akademîsyen û rewşenbîran dikin ku li ber faşîzmê rabin û li ber xwe bidin. Em bang li gelên cîhanê hemûyan dikin ku bibin dengê berxwedana zindanan. Berxwedana me wê bi ser bikeve.”

Parve Bikin1TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Leyla Guven: ”Tecrîd bê şikandin, faşîzm hilweşe û gel bên azadkirin”

Nivîsa Pêş

YAGİZ: ”Heya tecrîd rabe ez ê çalakiya xwe bidomînim”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YAGİZ: ”Heya tecrîd rabe ez ê çalakiya xwe bidomînim”

YAGİZ: ''Heya tecrîd rabe ez ê çalakiya xwe bidomînim''

Tevgera Ciwanên Şoreşger: ”Pêwîste hemû ciwan li dijî tecrîdê di 20 Çileyê de li qadan bin”

Tevgera Ciwanên Şoreşger: ''Pêwîste hemû ciwan li dijî tecrîdê di 20 Çileyê de li qadan bin''

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.