DÊRÎK – Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, li ser navê ciwanên Kurd daxuyaniyek bi zimanê Îngîlîzî hat dayin. Di daxuyaniyê de ji raya gistî yê navneteweyî re metirsiyariyên li ser jiyanê gelê Kurd li Rojavaye tên vegotin û bangî Netewên Yekbuyî, saziyên navneteweyî û hemû hêzên alaqadar tê kirin ku ji bo alikariya mirovî, zaxtê diplomatîk û çavderiya serbixwe bikevin liv û tevgere. Hişiyarî tê kirin ku eger di vê keliyê de bi vî rengî tevnagerin, di pêşeroje de ji bo herema giştîye bêaramî û bêadaletî zêde bibin.
Di heman demê de bangawaziya gelê Kurd û taybet ciwanên Kurd ên li welatê û li dervaye dijîn tê kirin. Li beramberî êrîş û zaxtên banga yekbûna gelê Kurd tê kirin. Ji wan re tê xwestin sinorên ferzkirî derbas bikin û bi yekbûna xwe tevlî çalakiyên siyasî û yên piştgirî bikin. Dibêjin: “Divê em ê nişan bidin ku ji êrîş, dagirkerî, tundî û nijadperestiya, îradeya hevpar a Kurdan xurtir e”.
Ev daxuyanî bi alikariya ciwanên enternasyonalîst ên ku tevlî parastina Rojava bûne hat kirin. Ji destpêka êrîşa li ser Rojavaye, ciwanên Kurd, Arab, Syriac, Armenî û enternasyonalîst di nav kolanên bajarên Rojavaye de tevlî seferberiya giştî bûne û bi şev û roj nobete digerin.



