WAN – Li taxa Demiryolu ya Wanê, ciwanên welatparêz li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava çalakiyek protestoyî li dar xistin. Ciwanan li gelek deverên taxê bi pêxistina agir rêyan girtin û rê nedan polîsan bikevin hundir. Ciwanan bi molotof û fîşekên hewayî bersiv dan wesayîtên zirxî yên polîsan ên ku hewl didan bikevin hundir.



