WAN – Li taxa Koyiçî ya Wanê, ciwanên welatparêz ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser Rojava daketin kolanan. Ciwanan li gelek deverên taxê agir pêxistin û trafîk girtin. Dema ku polîsan destwerdan kir, ciwanan bi fîşekên hewayî û kokteylên molotofê bersiv dan. Ji ber berxwedana ciwanan wesayîtên zirxî yên polîsan zirareke mezin dîtin û piştre ji taxê derketin.



