KOBANÊ – Li beramberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ û Colanî li ser Kobanê, her roj bi sedan ciwanan ji bo diyarkirina moralê xwe, li Qada Jina Azad kom dibin, sloganên berxwedanê dibêjin û dîlan digirin.
Ciwanekî Kobanê ku ji bo seferberiyê çek hilgirtin, tevlî şahiyê bûn, û diyar kir ku çeteyên ku êrîşê herêmê dikin berdewamiya DAIŞ’ê ne, rûxmê ku navê xwe guhertin û ku çawa ku YPG û YPJ di 2014 DAIŞ li Kobanê têk birin, wê niha carekî din wan têk bibin. Her wiha, destnîşankir ku tirsê wan li beramberî çeteyan tune, û bi vî rengî, bi moralekî bilind dîlan digirin. Di dawiyê de got ku amade ne heya dawiyê şer bikin.
Di nav şahiyê de, deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdan hat rawestandin. Piştî wê, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axaftinekî hat kirin. Hat diyar kirin ku gelê Kobanê di hebûna xwe de bi israr e û tu carî teslîmbûn qebûl nake.


