Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Şehîd Lewend, pêşengê şoreşa Rojava

Edîtor: Çekdar Amed
19/01/2026 - 9:44
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 26 mins read
A A
Şehîd Lewend, pêşengê şoreşa Rojava
ParvekeTweet

KOBANÊ – Şehîd Lewend Nisêbîn (Silêman Oral) yek ji pêşengên avakirina şoreşa Rojava bû. Di sala 1988 de li bajarê Nisêbînê hat diniyayê. Rûxmê seqatbûna lingê xwe, bi israr di ciwantiya xwe de tevlî refên gerîla dibe û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Li wir, rêhevalê xwe şehîd Serhad Qamişlo (Gûven Hekîm) nas dike û bi hev du re tê girêdan. Bi destpêkê bihara gelan, ji bo amadekariya şoreşa Rojava, her du şoreşger derbasî Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Qamişlo dest bi xebatê rêxistinkirina ciwanan û avakirina hêzên parastinê dikin. Dema çeteyên El Nûsra êrîşê Serêkaniyê, her du bi rihekî fedayî berê xwe dan enîyên şer, û di 19’ê (şehîd Lewend) û 21’ê (şehîd Serhed) Çileyê 2013’an şehîd bûn.

Mizgîn Hesen, ku li mala wê şehîd Lewend dima, li taxa Qudurbek, qala hatina wî ya bajarê Qamişlo û çawa bû pêşengê ciwanan û civakê.

“Di dest pê kê de li ser naskirina vê malbatê bi şehîd Lewend re. Grupa dest pê kê 2010 hat Rojava, şehîd Lewend jî yek di nav wê grupê de bû, bi şehîd Xebat û wan. Di dest pê kê de şehîd Xebat hat, şehîd Lewend jî bi wan re hat, teqrîben 2010 bû. Di dest pê kê de heval Nûda hat. Wek malbat ew 3-4 sal heval li vir kêm bûn, ji ber zextê dewletê. Heval hatin, me nîqaş kir ji bo ku malbat nas bikin, malbatê xwe yê kevn ziyaret bikin. Çend roj çûn, şevekî me meze kir, heval Lewend hat, heval Lewend jî ji lingê xwe seqat bû, gazî bû. Êvarê saet 11 bi şev heval wî anîn vê derkê. Gotin ev heval Lewend e, silavên hevalan ji we re hene, hevalên ku malbat nas kiriye, silavên wan ji we re hene. Heval Lewend jî hat vê taxê, hûn ê pê re alîkar bin û hun ê kar bi hev re bikin. Ez bi xwe jî mam, sekinî me, hevalekî seqat e û bajar nas nake, ev heval wê çawa bike? Ew jî bêdeng bû, deng nekir, bi zarokan re henek kir û bi kêf û bi eşq bû û xwe xist dilê vê malbatê. Bi rastî, yanî, ne destê wî ji me bû, û ne destê me ji wî bû. Me digot kurekî me yê vê malê ye, kurê me yê mezin ew e. Yanî hîskirinekî ku me ji wî hez dikir, belkî ewqas ku me ji wî hez dikir, dayika xwe ewqas ji wî hez nedikir, me wek kurê xwe yê mezin didît, heval Lewend.

Rabû got ‘em hatin, emê dest bi malbatan bikin’. Mesele, Qudurbek, çawa ne, Cebhet El-Nusra… me got emê çawa dest bi malbatan bikin? Dostên me yên kevn emê herin, malek piştê me heye, dostên me hene. Got ‘na, na, ne yê dostên me. Dest pê kê emê malbatên xwe yê dost em jî ziyaret bikin û emê wan jî nas bikin. Bes wekî din emê biçin hemû mal, ji cîranan dest pê bikin’. Yanî, mal bi mal dest pê kir. Lazîmiyekî ji wî re çêbûbana, bi rastî, te dimezand, sayare jî tunebû, îmkaniyan tunebûn, sayarê jî yê milet bû. Belkî şûna sayareyekî, 10 sayare li wî kom dibûn. Yanî milet bi şiklekî acib ji wî hez dikir. Miletê me yê Qudurbek bi şikilekî acib ji wî hez dikir. Ji ber ku çi? Hezkirinekî xwe xist di dilê her kesî de. Bi zarokan re zarok bû, bi mezinan re mezin bû…

Danûstandin, çûn û hatina wî, razana wî, hemû li vir bûn, bêtirê xwe li vir dima, belkî kêm carinan li derve radiza, bêtirê xwe li vir diraza. Cîranekî me hebû, ne dostê me yê vê partiyê bû, jinekî bi emrê xwe mezin bû. Carinan derdiket derve ew jin runiştiye, diçû civata wê, rudinişt. Digot ‘ew kur, kurê min e, min vê kur hez kir’. Nedît kes were wilo cem wê rûne. Jinekî bi emr mezin bû, pê re bide û bistîne… Rabû, got, ‘Kurê min, ma ne ez diya te me? Tu hinekî zift ji min re neyne, vê derê vala bike? Kurtikekî li ber deriyê me heye’. 3, 4 roj çûn, mezand, çû beledî, tenzîk kir, zift anî ji wê re, li wê derê danî. Jin kêfxweş bû. Tiştek ku tu ji wî xwestibana, pê re dihat sekinandin. Mesele acîzbûn tunebû, xwe biqeherîne… Însan nîne ku acîz nabe, bes ev însan, ev beden, rojekî ne dilê kesekî ji xwe re hişt, rojekî însanekî aciz kir. Her însan wekhev hesap dikir. Bêtir di vê malbatê de ma, bes diçû kîjan malbatê jî, ew dixist dilê malbatê. Ji vir heya Mehmeqê… Diya min jî niha wefat kiriye, tim û tim şand pey, ji wê re digot rabeno tu li kur maye, me bîra te kiriye. Her kes ji wî hez dikir, ji uslupê wî, ji danustandina wî.

Rojekî ez hatim ji dawetekî, zarok jî biçûk bûn. Min ji yê mezin re pirs kir, kî li vir e? Got hevalê Lewend. Ji cil ku min li xwe kir, min hesapê çavên heval Lewend kir, min fedî kir ez herim hindur, ji hurmet. Min li wî dimezand, faqîro belkî deng jî nekiriba. Lê min li wî dimezand ez li ber xwe diketim. Nizanim, uslupekî cem wî hebû, nizanim çawa bû. Tu mecbûr bû tu hurmet bigirî, tu mecbûr bû tu ji wî hez bikî, tu mecbûr bû tu pê re bidî û bistînî. Tiştekî xerîb û acib bû.

Rojekî hat, xwarin li erdê dana, xwarin me dixwar bi hevre. Sifrê radikir, mitfexa me dûr bû, dûrî orfe bû. Min digot ‘sufre deyne, mitfez dur e’, me digot ‘bihêle, emê çayekî vexwîn û emê rajin sifrê’. Digot, ‘na, na, çû mitfaxê û vegerand’. Carinan dihat, min digot, ‘ka were, te nexwariyê, were ber firavînê, li erdê ye’. Digot, ‘na, na, min xwariye’. Dît ku me xwarin xilas dikir, radikir sifrê ji bo xatirê min. Sifrê danî mitfaxê û vegerand. Yanî, tiştekî xerîb û acib bû.

Piştî wê rojekî dîsa hat, sabûn anî, hêk bûn, min keniya, min got, ‘hevalê Lewend, te îro hêk ji me re anî?’ Keniya got ‘min ne ji we re aniyê, ew nexwin’. Min got ‘em nexwin, hûn tu carî tiştek ji kesekî re naynin’. Keniya, got ‘Na, na, şokolê me pê heye. Ka were rûne’, em li hawşê rûniştibûn. Got ‘sabûn hûr bike’, bi kêr. Me hûr kir hemû, me hezir kir ji wî re. Min got, ‘ka, ji min re bêje, çi ye?’ Min nizanîbû, bi rastî, ew molotov, ji bo çi çêdike. Ev sabûn me nispetekî emê berdin tê de, hêkekî berde binî qenîne. Piştî wê got ‘van berde aliyekî heta şalê bînim.’ Çû şalê jî anî, bi lasqê jî digire. Got, ‘piştre em benzîn jî bînin’. Min got ‘çi?’ Got ‘wê lazim bibe.’ Min got ‘Ez tiştekî ji te fêm nakim’, çi dikî. Got ‘roja wê wê were’. Ma ne em her înî derdikevin meşan. Ji meşan tiştekî me yê dîtir tunebû. Me nedizanîbû wê çawa şoreş were.

Dest pê ka şoreşê em çûn Enteriyê ji bo meşekî, em bi hev re bûn. Ez û wî û zarok me bi xwe re dibir, bi hev re em diçûn. Ez rojekî ez giriyam. Hat got ‘çima tu digirî?’ Du meş hebûn, yek li vî milî, yek li vî milî. Min got ‘ew gelektir in, çima ew gelek in’. Keniya got ‘bênê xwe fireh ke. Tu wê bibînî wê çilo bibe, emê bi hezaran bin’. Meşa Xweseriyê dest pê kir. Hatin vê derkê, gotin ‘emê ciwanan kom bikin û emê bi meşê ji (gora şehîd) Rustem Cûdî heta (gora) Şehîd Xebat emê bimeşin’. Dûr e, Serekaniyê heta tu bigihe Endîwarê gelek e. Çawa bimeşin? Em ciwan in, emê bimeşin. Rabûn meşiyan. Gotin ‘emê kom bikin’. Got, ‘hevalê Besan, emê meşa ciwanan dest pê bikin’. Hevjînê min got, ‘ez jî bi te re werim. Ez jî tevlî vê meşê bibim’. Got, ‘na, wellah, ma tu ciwan î?’ Xwe aciz kir, got, ‘ewqas ez kar bi te re dikim, tu dibêjî, ma tu ciwan î?’ Got, ‘ezê ji hevalan re bêjim’. Got ‘ez dixwazim tevlî vê meşê bibim.’ Ji hevalan re got, wî jî xwe aciz kir, got, ‘çima ez tevlî nabim?’ Ew hat, got, ‘wellah, xwe hezir ke, emê herin.’ Ew hat, çend xortan jî, birayê min, xalê min hebûn, 15 xortan jî pê re çûn. Got ‘wellah, tu here, em jî bi te re herin’. Ew jî tevlî bûn, 7 rojan meşiyan. Hatin roja înî, gotin ‘ev meş li Qamişlo bigihîne hev du’. Roja înî li Qamişlo, li Enteriyê. Bi rastî ew, milet ku li wir kom dibû, di carekî de bafleyê wan nînbû. Hemû hatin tevlî bûn. Hat got, ‘min ji te re negot emê bibin bi hezaran?’ Min got zarok ji destê me neçin, ji destên min filitin wê winda bibin, gelek milet kom bibû. Min got, ‘erê, wellah’. Got ‘tu digiriya, tu digot 50 kes in, min got emê bi tenê nemînin’.

Got ‘emê navenda xwe ava kin’. Min got ‘wê çawa ava bikin?’ Di wê çaxê de noxteyê dewletê di çole de hebû. Dest danîn ser wê noxte, gotin emê ji xwe re ava bikin. Hinek xort kom kirin. Hinek çimento ji wir anî, hinek ji vir anî, pere jî neda kesekî, her kesî dida. Rezil bûn. Kêfa her kesî ji wî re dihat. Çimento hat, navend ava kir. Dîwarekî wê heye wê emelî bikin, hewirdorê wek hewşê. Zarokên min jî biçûk bûn. Keniya digot ‘tu bi min re naye Şîkrî?’ Ew her tim pê re bû. Çûba kû derê pê re bû. Rabû, bi xwe re bir. Bi xwe re bir ji bo fêr bibin. Êvarê hat, bi rastî gelekî dilê min pê şewitî. Min xwarin wilo danî ji wî re, çay li pêşiya wî dikir, nikarîbû bigire. Destê wî hîn ji çimento tinik bûbûn. Nikarîbû raje. Wilo danî ser destê xwe û vexwar. Yanî gelekî westiya bû ji bo navendê. Got ‘ji bo navendê emê ciwanan kom bikin, navenda me çêbuye’, bi destên xwe ava kir, bi rastî. Û hinek xort li wir kom kiribû. Û her kes jî diçû derdorê wan. Bang kiribana 100 kes jî, ew 100 kes pê re çûbana. Yekî ku dibêje ez nikarim werim yan ez nayem tunebû. Her kes pê re bû. Ji meşa xwe jî vegerand. Me henek kir, me got, ‘ka, em taşte hezir bikin. Bes, xwe bidin aliyekî, em wan li vîna we kom bikin’. Got ‘ka, ka heval Lewend, wê leheyfa xwe deyne, wê Mizgîn were raje.’ Keniya got, ‘me di meşê de te bir perwerdeyê mehekî. Di taliyê de tu dibêje heval Mizgîn were leheyfa me bipêçe, xuya ye tu yê min jî têxe kêmasî’. Henek kirin. Got ‘heval Mizgîn, bisekine’, min got, ‘ka, heval Lewend bihêle’, got, ‘na, na, ez alîkariya te dikim’. Alîkariya min dikir, dihişt însan dixwest ji wî hez bike. Kemasîyekî, tengahiyekî çêdibû dihat cem min digot ez bi te re me. Ji her kesî re wilo bû. Bi zarokan re eynî wek zarokan re dilîst. Bi mezinan re mezin bû. Bi ixtiyaran re bi saetan rudinişt û bi wan re diaxivîbû, û yên ixtiyar ji wî hez dikirin. Rojekî hat, got, wellah, Heval Mizgîn, hat serê xwe şuşt û cilên paqij li xwe kiribû, min got ‘rebano, tu here ku derê? Xêr e te îro, cilên paqij li xwe kir, tu wê çi bikî?’ Got ‘ez herim karekî min heye’. Ew û şehîd Serhed bi hev re bûn. Min got, ‘çi heye?’ Got ‘waxtê ez vegerim ezê ji we re bêjim’. Heval Erdal hat ji min re got, ‘xêr e’, got ‘kanî heval Lewend, çû?’. Min got, ‘erê, niha çû, acile bû, nizanim, cilên paqij li xwe kir û çû’. Got ‘Erê, kêfxweş e, yabo û yadê hatin’. Dayika wî û bavê wî hatin. Min got, ‘li ku derê ne, çima ji me re negot?’ Wellah, çû, vegerand, hat. Got ‘ezê we bibim, mal nêzîk e, ezê piştre werim. Ez ê îro hevalan bibim ji bo ez yadê û yabo bibînim’. Heval Şîlan û heval Adar birin wê derê. Birin malbatê. Ez jî rabûm, min got, ‘ez jî herim mala bavê xwe.’ Ez jî cem mala bavê xwe bûm, min dît telefon ji me re lêdan. ‘Heval Mizgin, 10 deqayên din ji min re lêde. Yade û yabo xwarin çêkirin ji bo ku hûn werin vê derê’. Min got ‘Pirsgirêk nîne’. Telefon girt, min got, ‘yade’, got, ‘çi?’ Min got ‘Lewend ji min re lêda got yade û yabo xwarin çêkirin ji bo ku em werin’. Got ‘xem nake’. Min jê re lêda, ‘ka yadê bîne, me xwarin çêkiriye’. Êvarê hatin, min birayê xwe şand, bi motor çû sûkê, xwarin anîn, fêkî anîn, me heziriya wê kiriye, hatin. Hatin û heval Şîlan serê xwe girêdayî ye, ji êş e. Hevala Adar jî dengê wê ketibû. Çûne malbatekî, malbat ne doste me ye, lê mirovên wan kevn in, ji dur ve, ne nêz ve, yên dûr. Malbat jî ne dostên me ne. Ew jî dirave, diçe çav li heval Şîlan û heval Adar dikeve. Ji bo xatirê Lewend muhawand, hez ji Apociyan nake. Ew jî aciz dibe. Çawa mesele… Heval Şîlan rêveberiya herêmê bû. Heval Adar ya me ya Qudurbek bû. Ew jî aciz bû, çawa kir… Bavê wî û diya wî aciz dibin. Dibêje nexweş e em ji malê derkevin, wê aciz bibin. Bi vî rengî vê carê bi min re axivî niha hatin cem mala bavê min, em man, em man… Me şîvê xwe xwar bi kêf û bi eşq, wê şev man li wir… hatin cem me. Man li cem me, got, ‘tu zanî,’ min got, ‘çi’, Carinan waxtê telefonê ji me re lêdida, digot, ‘diya min û bavê min li vir in’. Bû meraqê ji me re em wan bibînin. Min got ‘kurekî me ye, ew jî yên me’. Feqîro, kar ku dike ne ji bo me dike? Got ‘tim û tim behsa we dikirin.’ Min got wellahî tu carî kîjan heval hatiye vê derkê wek mêvan me nehesibandiye. Carinan jî em flan tiştan tînin ji bo nehese ku xerîb e yan aciz bibe. Hesibîne yek ji mal e, xilas, tu ji vê malê yî. Rabû, hat û carek, du caran, hatin, piştî wê jî carekî din jî dîsa hat malbat, hatin vê derê. Xalê wî got, ‘ez dixwazim wî bibînim’. Birayê wî yê biçûk, hatin vê derkê, ew dîtin, bi kêf û bi eşq bûn.

Rojekî motorekî girtin. Motorekî dewletê bû, dest pê kê de me dest danîbû ser gaziyan. Dest pê kê me dest danî ser gaziyan ji bo ji destê dewletê em derxin. Em malbata biwezeynin bikeve destê me de. Got, ‘Lewend motorekî girtiye’. Motorê kî? Yekî yê dewletê ye, me ji wan stand. Serokê me yê meclîs hat. Hat, got, ji bo xwedê, motorê bidin, ezê motorekî ji te re bikirim. Got ‘Ez vê motorê nadim. Kêfa min ji vê motorê hat.’ Yanî, bi acib kêfa wî ji wê motorê hat. Kîjan motor dabane, nedixwest, ila ew motor. Rabû, birayê min jî got, emê motorekî bikirin, tu pirsgirêk nîne. Çi dikir em ew motor ji wî nastînin. Min got, yaxî, em pere bidin, em çawa bikin, em ew motor ji wî nastînin. Ew eşqekî ji wî motor girt. Eşqekî ji wî re dikir xerîb û acib bû. Rabû, hat, got, bi xwedê motorê dewletê ez nadim. Motor ma, pê re digeriya, diçû û vegerand, di aşûriyê de, her derê. Qudurbek bi rastî berî ku meclîs ava bibe, Qudurbek heta Neqil berî hemû yek bû, bajarek bû, taxek. Vê taliyê mezin bû, me kir 2 meclîs, piştî me meclîs çêkir.

Di dest pê kê de meclîs çêkirin, min got ‘meclîs çi ye?’ Gotin ‘intîxabat in’. ‘Intîxabatên çi?’ Intîxabat çêdikin, meclîs ava dikin… Min nizanîbû intîxebat çi ne, meclîs çi ne, tiştek wilo me nizanîbû, di dest pê kê şoreşê de. Hatin vê derkê runiştin cem me, ew bû, heval Bêrîvan, şehîd Munzur, em hemû li hindur bûn. Gotin ‘divê hûn her du tevlî meclîs bibin.’ Îcar, min got, ‘çilo pêwîst e em tevlî bibin?’ Besar jî pê re kar dikir, grupên dest pê kê YXK ava dikirin, bi dizî ava dikirin. Di dest pê kê de me nizanîbû. Rabû, got, ‘ka emê întîxebat çêbikin’. Zarokên me jî 3 bûn, ew jî 3 bûn. Rabû got, wekhevî çêbû. 3 deng ji wî re çûn, 3 deng ji min re hatin. Got, ‘bisekine, ê ku çêkiriye dengekî din jê re dikeve’ ew jî heval Mîzgîn e. Min jî dengê xwe da. Got ‘tu here meclîs’. Rabû got, ‘ka xem nake, întîxebat kengî ye?’ Got, ‘sibeh, sibeh întîxebat in.’ Min ji diya xwe re vekir, got, ‘yade sibeh întîxebat in ji bo tu were dengê xwe ji me re bidî.’ Diya min jî gotiye, ‘wellah yadê ez nadim.’ Henek kir, diya min nikarîbû bimeşe. Got, ‘Ez nadim te, ezê ji cîranê xwe re bidim, were kolana me zift bike.’ Rabû, ez runiştim, min got, ‘erê, heval Lewend, tu çû, te navê min xist întîxebatan de, û diya min ji min re nade, wê kî ji min re bide?’ Keniya, vê car heneka xwe bi min re dikirin, gotin diya wê ji wê re nade, ew jî henek dikirin. Min got, ‘xilax, ez nema têm întîxebatan’. Keniya, got, ‘çawa çêbû, me heneka dikir’. Min got, ‘na, xilas, ez nema têm’. Sibê rabû, çû û vegerand. Got, ‘tu li kur mayî, ma ne navê te tê de ye’. Min got ‘ez nayêm. Kes ji min re nade, ezê werim çi?’ Got ‘Ka, tu were’. Wellah, em çûn, du sandok me danîbû, û milet hat. Carekî min mezand, telefon ji Helebê hat. Ji heval Bêrîvan re telefon vekirin. Got, ‘em pîroz dikin, yekemîn jin li cem we derketiye, Qudurbek’. Yekemîn jî ez derketim di wir de. Got ‘kêfa te tê, heramê te derketiye’. Min got, ‘erê, wellah, diya min nade, ez jî… feqîra diya min nikarîbû bimeşe. Henekê me dikirin, ez jî pê aciz bûm. Min got ‘çima diya min nade min’. Ew jî hat, keniya, got ‘heval Mizgîn di Qudurbek yekemîn derket’.

Bi rastî, yanî, ez, heta sibeh jî dikarim behsa wî bikim, bîranînên wî xilas nabin. Ji ber ku qenciyên wî gelek bûn. Dest pê ka şerê Serekaniyê, Şoreş çêbû (kurê wê), berî şerê Serekaniyê, bi çend roj. Hat, got, ‘navê wî Şoreş be’. Wellah, min jî gotiye Şoreş be. Hevala Adar hat, got, ‘na, navê wî Dilxwaz e’. Ew hat, got, ‘heval Adar ka bala xwe ji me veke, navê wî Şoreş e’. Adar jî digot ‘na, Dilxwaz e, navê hevalekî şehîd e’. Ew jî yek kesî nedihiştibû. Her bang dikir, digot Şoreş. Wî bang dikir Şoreş, wê bang dikir Dilxwaz. Min got, ‘wellah heval Lewend, kêfa min jî ji navê Şoreş tê, nizanim, ji bo hevala Adar nexweş e, ez nikarim ji wê re bêjim. Got ezê xwe jî nayêm, çi dibêje bila bêje. Got xilas Şoreş e. Ya din a min jî biçûk bû, keçik 4-5 salî bû, Nûcan. Şev û roj pê re bû. Her du zarokên min giştî bi partî mezin bûn. Dest pê kê wî nasîna, her dû zarok, emrê wê 11 salî bû, ê min ê mezin. Ew fêrî sileh dibû, çilo veke, çilo bigire, çawa paqij bikin. Digot, ji ber grupê waxtê em sileh perwerde dikin werin YXK, wê carê hûn paqij bikin, hûn zanibin. Her bi motor bi xwe re dibirin û diçûn, zarok gelekî ji wî hez dikirin, me gelekî ji wî hez dikir.

Rabû, dest pê kê şerê Serekaniyê. Min got, ‘tu yê çi bikî? Hevalan gotin tu naçe.’ Got, heval dibêjin ew nayênin. Min got, ‘tu yê çi bikî?’ Got, ‘wellah, ezê herim’.’ Wellah tu naçe, tu wê çawa here?’ Carekî me mezand, grup dest pê kir, diçe berê xwe dide Serekaniyê, hevalan jî gotin tu neçe. Sayare diçe, ew çi dike, xwe diavêje sayare. Çû tevlî şerê Serekaniyê bû. Şer dest pê kir, çend roj, min dît, telefon ji me re lêda. Telefon lêda, got, ‘tu çawa yî, halê te çawa ye? Ka, werin Serekaniyê’. ‘Wellah, em nayên Serekaniyê. Serekaniyê hemû şer e, emê bên ku derê, kes tê de nemaye’. Got, ‘ka, werin, ev der xweş e, xanî ye, telefon di destê te de ye, tu here ku derê dikarî bi xwe re bibe’. Bi rastî hebû, te dît, di malan de. Got, ‘na, em di xaniyekî de, hazirtiya wî heye, makîneya cilan heye’. Henek bi min dikir, digot, ‘tiştek li vir kêm nîne. Bes zarok tenê ji me re bîne û tiştekî din nabe. Min bîra Şoreş kiriye’. Got, ‘ka, were, tu çima nayê?’ Min got, ‘wellah, ez nikarim van zarokan bînin tu derê, ew der şer e, ez nikarim bînim’. Got, ‘tenê Şoreş ji min re bîne, min biriya Şoreş kiriye’. Yanî, her 2-3 rojan ji me re lêdixist, bi rastî. Li Serekaniyê jî ji me re lêdixist, bi me re diaxivî. Bi rastî me wek kurekî xwe dihesiband. Ew jî wek malbata xwe ya rastî em dihesibandin. Rehet bû li vê derkê. Mesele carekî, malbatekî hebû, hevalan hatin, ji çiya daketin û li wê malbat danîn. Got, ‘ka, em herîn wê malbatê. Heval Besan ez û te emê herin, em wan hevalan bibînin’. Bi rastî, dema em çûn ew malbatê, li wê malê ku em mane, û heval hatin, hin cilên wan bi toz hebûn. Wê malê çay danîn. Tijî şekir kiribûn. Feqîran birçî bûn. Ew jî deynê xwe dîtibû, birçî bûn. Min got, ‘ka, heval Lewend emê van hevalan bibin’. ‘Yo, tu wê van hevalan bibe ku derê, wê li vir bin. Mala we dagirtî ye, tu wê wan bibe ku derê?’ Min got ‘Wellah, em van jî bibin. Rabû, dibêje, li vir bin, dibêje, na, em ê îro bibin cem me. Pêşiya wan hatin, heval Lewend, ezê pêşiya te herim, tu bi van hevalan re were. Got, acile şîvekî hezir bike, mêvan tên. Ez rabûm, wellah, em runiştin, tirkî jî bi hev re diaxivin. Rabû, got, ‘heval Lewend, ez dizanim van heval birçî bûn. Feqîran qedax nîv tijî şekir kiribûn. Kesekî parçeyekî nan neda wan’. Min zanîbû van hevalan birçî bûn. Got, heval Besan, tu çawa dizanîbû van hevalan bi rastî birçî bûn? Min got, ez çi bikim… ez wek malbatê xwe nabînim. Henek kir, got, ‘ez wek malbatê xwe li vir nabînim’. Ma ji ber çi ez li vê derê rehat im? Heval hemû dihayin vir. Carekî hevalê Menal li vir bû. Li hewşê dimezîne. Li ser textên, di hewşê de, di xanî de, hevalên keç razayî ne. Got, ‘ma ev der çi ye, tabûr e?’ Min got, ‘na, wellah, mal e’. Got, ‘yaxî, qey, tabûr e ev der’. Min bi şev kes nedît. Sibê rabûm hemû dagirtî ye.’ Min got, erê, wellah, heval, ne tabûr û ne tiştek e. Mala Partî ye.

Meclîs ava kirin, mala gel, di dest pê kê ava kirin. Got bila kes nema were vê derkê, ji ber çûn û hatin gelek hebû. Me mehaşê xelkê, me hel dikirin. Rojekî hat, min got, ‘heval Lewend’, got, ‘heval Mizgîn, ji te re tiştekî bêjim’, min got, ‘çi ye?’ Got, ‘ezê herim arma ku li wir vekiriye, mala gel vekirî ye, ezê wê armê bînim vê derê vekim û hunê herin wê xanî’. Min got, ‘çima?’ Got, ‘milet kes naçe wê derê, hemû tên vir. Ezê li wê derê we deynin û li vir bikim mala gel’. Min jî henek kir, got, ‘ew xanî xweş e, ka, em herin wê xanî’. Got, ‘me malê gel jî ava kir, kes naçe wir, hemû tên cem we’. Min got, ‘em mecbur in em mehaşê xelkê hal bikin, însan in, carekî, 2 em bi wan re alîkar bin, mecbur.’ Got, ‘ev jî rast e’.

Xebera şehadeta wî ji me re hat, rojekî gelekî nexweş bû. Kurê min jî biçûk bû hîn di çil de bû, çil xilas nebû. Ez gelekî min pê êşiya. Wek malbat me gelek pê êşiya. Yanî, 3 rojan, min kir, nedikir, min nikarîbû li malê rûnim. Li camiya Qasimê hiştin. Li camiyê Qasimê hiştin heya malbata were. Yanî, em diçûn, ez ê bêjim, malê saetekî, heta zarok biçûk bûn, ji bo wan. 3 rojan xwarin li malê me nehat çêkirin. Ya min ê biçûk 4, 5 salî bû, keçik. Min digot ‘Were Nuca, xwarin’, xwarinê sivik ji wan re danî. Min digot ‘werin bixwin’, heta wan zarokan nedixwar. Bi rastî êşek bû, me gelek pê êşiyan. Min ê biçûk dihişt cem cîranan. Min got, ‘ka, ezê herim pê ve. Sebira min naye ez li vê derê bim. Min birin ber deriyê camiyê Qasim em rûnin. Hevala Adar hat, got ‘tu niha li vir çi dikî? Here bi vî kurikê ve’ Min got ‘ez nikarim. Ez dikim, nakim, ez nikarim. Şehîd Lewend li vir şehîd ketiye, ezê herim malê ez diteqim, cenaze li vê derê û ez herim malê’. Min dikir nedikir, min nikarîbû. Hemû bi hev re bû. Rabû, malbat hat. Min ji hevalan re got gerek konê wê li vê derê be. Hevalan jî gotin. Em jî dizanin. Min got ezê konê wî li vê derê deynim. Ciwanan hinekî qebûl nekirin. Gotin em dixwazin ev navend ku bi destê xwe ava kiriye, emê li ber navendê konê wî deynin. Hem baxçe ye jî, û navend jî di baxçe de ye. Rabû, got, hûnê li wir deynin. Li wir danîn, malbata wî hat. 3 rojên kon xilas kirin, hatin vê derê. Hatin vê derê, pirs kirin cihê Lewend li ku derkê ye? Min got taxte wî li vir bû, li hewşê, li vir diraza. Xwe avêt vê erdê, vê axê maç dikir, digiriya. Got, ev cih cihê birayê min e? Min got, erê, ev cihê birayê te bû. Bi rastî êşekî wilo, em gelekî pê êşandin. Wek malbat, yanî. Heta niha jî, em dikin, nakin, wilo, em ji bîr bikin, ji xwe nayê ji bîr kirin. Rabû, 3 roj qediyan, heval Adar hat. Ez û wê kelekê runiştin, giriya, got ka Şoreş? Min got, heval Adar te dît, ne? Heval Lewend digot bila Şoreş be, te got bila Dilxwaz be. Got, na, Lewend got Şoreş be, êdî Şoreş be. Min got baş bû, kêfa min ji Şoreş dihat.

Bi rastî heta niha jî, mesele, carinan bi malbata wî diaxivin, em çûn şehîdlîkê, roja eyd û wan, me suret ji wan re şand, min got vaya ye. Şehîdlîk meze bikin, tirbe meze bikin. Gotin, em jî dixwazin werin. Ew meceleyê wan nîne ku werin. Yanî ew bi xwe jî dizanin bêtir rehata xwe li vir dîtibû. Ne tenê ew, bi giştî hevalan, çi heval tê vê derkê em mal teslîmê wan dikin, malekî ye, zarokên me ne. Heta ji me were jî, em nahêlin tu kêmahî bikeve tê de. Heta niha jî em bêjin, şehîd Lewend tu carî nayê ji bîr kirin. Bi hezaran hevalan jî hatin. Bi rastî keda her kesî jî heye û wek gotiye feqîra, hemû jî wekhev in, bes, nizanim, ewna, tiştekî wî acib hebû. Gelekî zêde, zêde. Ji ber vê her kesî ji wî hez dikir. Tu li lingê wî dimezand, westiya ye, her kes ji wî hez dikir. Bi lingê xwe, bi seqatbûnê, li her derê dihat, her mal derbas dibû. Milet, tu here ku derkê, her kes wê bêje, şehîd Lewend û şehîd Serhed, di dest pê kê, rastî, her du bi hev re gelekî bi milet re hatin girêdan. Şehadeta wan jî ji camiya Qasimo heta, belkî gihand dawara Sonî, cenaze li dawara Sonî bû, hîn milet heta camiyê Qasimê hebû. Yanî teqrîben, em bêjin, hemû bajar bi wan re derket. Her du jî, ji ber ku, piştî şehadeta şehîd Lewend bi du rojan şehîd Serhed jî şehîd ket. Ew jî nefsa jî. Yanî her du jî bi rastî bi milet re gelekî wek Qamişlo, her du bi hev re gelekî hatin girêdan, zêde, zêde. Heta sibeh jî em çiqasî bêjin ji xwe bîranînên wan xilas nabin û kar û xebatê vir kirin xilas nabe. Em çiqasî jî bêjin, em kêm dibêjin. Em heqî nadin, bi rastî. Heqê van şehîdan em nadin wan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TCŞ, Li Lozanê Çalekiyek Li Darxist

Nivîsa Pêş

Ciwanên Welatparêz Li Stenbolê Ji Bo Rojava Xwepêşandanek Li Darxistin

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Ciwanên Welatparêz Li Stenbolê Ji Bo Rojava Xwepêşandanek Li Darxistin

Ciwanên Welatparêz Li Stenbolê Ji Bo Rojava Xwepêşandanek Li Darxistin

Hejmara Çile-Sibatê Ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz Derket

Hejmara Çile-Sibatê Ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz Derket

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Fermandar Sîdar Efrîn Sembola Têkoşîna Jina Kedkar û Şerker e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.