KOBANÊ – Ji bo bersivdayîna êrîşên çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê û dewleta Tirkiyê li Dêr Hafir û li rojavayê Tebqayê, gelê Kobanê li Qada Jina Azad kom bû û daxuyaniyekî ji bo piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) da.
Di daxuyanî de hat diyar kirin ku berxwedana gel ji dema şerê Kobanê heya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê destanên dîrokî nivîsandin, û wê îro carekî din destanekî binivîsînin.
Daxuyanî bi sloganên “Bijî Berxwedana QSD”, “Berxwedan jiyan e” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.



