ÊLIH – Li Êlihê, nerazîbûnên ciwanên welatparêz ên li dijî êrîşên li ser Rojava îro jî berdewam kirin. Xwepêşandanên ku her roj berfirehtir dibin, li gelek taxan, bi taybetî li taxa Îpragaz û Îluh a navenda bajêr kom dibin.
Tevî destwerdan û êrîşên tund ên polîsan jî, ciwanan ji herêmê derneketin û berxwedana xwe berdewam kirin. Tevî hemû zextan jî, ciwanan biryardariya xwe parastin û çalakiyên xwe zêde kirin. Di dema xwepêşandanan de, ciwanan gelek caran dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.
Tê payîn ku xwepêşandanên li bajêr berdewam bikin û her roj berfirehtir bibin.



