HESEKÊ – Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEVÇAND) Festîvala Sêyemîn a Orkeşê, ku bi dirûşmeya “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelên Vejîn Dibe” tê lidarxistin, bi coşeke mezin li Navenda Çand û Hunerê ya Serdemê ya li Hesekê roja dûyemîn de berdewam dike.
Bername ji bo şehîden şoreşê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştê vê performansên şanoyê hatin lidarxistin. Koma Roj jî Başûrê Kurdîstanê, Koma Ermenî Sayan Noban, Koma Hîlala Zêrîn ya Helebê, Koma Tolhildan bajarê Hesekê, Koma Helîn Cudî a Hîlala Zêrîn jî Reqqayê, Koma Agîrî Amûdê, Koma Şoreş a bajarê Til Temir, Koma Delîl a Hilala Zêrîn Amûdê wekî hunermendên roja dûyem performans pêşkêş kirin. Pêşandanên wan ên zindî û performansên wan ên muzîkê ji aliyê temaşevanan ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.
Roja dûyem a festîvalê bi beşdarbûn û eleqeyek mezin bi dawî bû, û çalakî dê sibe roja xwe ya dawi jî bi pêşandan û bernameyên cûrbecûr berdewam bike.


