HELEP – Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê ji bo 2 gerîlayên HPGˊê şehîd Yilmaz Dêrsim (Diyar Nasro) û Ciwan Çiyager (Semîr Zênkî) merasîma xiyabî li dar xist û sersaxî da malbata şehîd Mihemed Elî yê ku piştî îşkenceya 42 rojan bi destê çeteyên dagirkeriya Tirk şehîde bûye.
Yilmas Dêrsim di Hezîrana 2022ˊyan de û Ciwan Çiyager di Cotmeha 2024ˊan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn.
Di merasîmê de gelê taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û koçberên Efrînê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama rêveber a Meclisa Şehîd Şîlan Ariyan Cûdî axivî. Ariyan diyar kir ku “bi fedakariya şehîdan dîroka rizgariyê û serdema vejînê tê nivîsandin.”
Li aliyekî din jî endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nêrmîn Ebdo soza şopandina xeta parastina nasname û hebûnê da.
Dûre endamê Meclisa Şehîd Gelhat Mistefa Mihemed got, “Heta em dijîn em ê bi şehîdên xwe re dilsoz bin û dev ji doza xwe bernadin.”
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û li strana şoreşgerî ya bi dengê şehîd Yilmaz hat guhdarkirin.
Şêniyan di dawiyê de girêdana xwe bi şehîdan û şopandina rêça wan anî ziman.


