QAMİŞLO – Qamişlo Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo di çarçocveya kampanya ”Kom Bibe!” bi xwendekarên zanîngeha Rojava semîner lidarxistin.
Îro xwendekarên jin ên zanîngeha Rojava bi Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo semînerek derbare nêzîkatiya jinên ciwan li hemberi Rêbertî lidarxistin. Semîner di çarçoveya kampanya “Bi rêhevaltiya komunal re bi Rêber APO re bijîn! Kom bibe!” hat çêkirin. Di destpêka semînerê de sînevîziyon derbare sosyalîzma demokratîk hatiye temaşekirin.
Pistre xwendekar fikr û hestên xwe li hemberî Rêber Apo û li hemberî pêvajoya Aşitî û civaka demokratîk anîn ser ziman. Xwendekar diyarkirin ku dê bi rêya felsefeya Rêber Apo xeyalên şehîdan jiyanî bibin. Xwendekarên jin girîngiya rêxistinbûyîna jinên ciwan anîn ser ziman. Xwendekar nîqaşkirine ku pêwîstiyek heye ku li dijî zehniyeta zilamsalarî ne tenê ji milê jin têkoşîn tê meşandin lê pêwistî pê heye ku hevalên xort jî li dijî vê zehniyetê têkoşîn didin meşandin.
Di dawiya semînerê de xwendekar helwesta xwe diyarkirin ku xwendina pirtûkên Rêbertî bîngeha xwenaskirine ye û ser ve esasî pirtûk û broşur hatin belavkirin.


