NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyen nûçeyan ragihand ku ciwanê bi navê Yamin Xidir El Hemûd (21) îro kuştî li bajarê Humsê hat dîtin.
Yamin El Hemûd ku ji taxa Zehrayê ye ku piraniya welatiyên wê Elewî ye, di xwaringehekê de dixebitî.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, Yamin di saetên nîvro de dema ku xwarin digihand herêma Himêdiyê winda bû û piştî çend saetan kuştî hat dîtin. Di serê wî de şopa guleyekê hebû.
Cenazeyê Yamin El Hemûd veguhestin Nexweşxaneya El Wetenî.



