DERA ZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist. Malbata şehîd û hemû endam û rêberên tevgera ciwanan beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi kêliyek bêdengiyê ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre bav û hevalên şehîd mûm vêxistin. Piştre, li ser navê ciwanan, Ehmed Salih jiyana şehîd, rêya têkoşîna ku wî pêşkêşî ciwanan kir û şehadeta wî vegot. Ehmed Salih girîngiya berdewamiya têkoşîna şoreşgerî ji bo rizgarkirina ciwanan ji modernîteya kapîtalîst û welatê xwe ji dagirkerî û xerabiyên wê tekez kir.
Merasîm bi pêşkêşkirina vîdyoyek ku jiyana Şehîd Mihemed Hesen El-Samir û hebûna wî di nav heval, malbat û civakê de nîşan dide, bi dawî bû.



