HELEP – Dewreya Şehîd Çiya Hozan a 10 rojan, ku li Akademiya Şehîd Qendîl a li Helebê di bin peşengtiya Tevgera Ciwanan a Şoreşger de hate lidarxistin, îro bi dawî bû. Merasîma bidawîkirinê bi kombûneke mezin a beşdaran û malbatên wan hate lidarxistin.
Bername bi kêliyek bêdengiyê dest pê kir. Piştre Zeynep Efrîn, li ser navê tevgera ciwanan, aaftinek pêşkêş kir û bal kişand ser armancên dewreyê, pêvajoya perwerdehiya ciwanan û girîngiya perwerde.
Dayika Şehîd Çiya Hozan jî li ser navê malbatê axivî, ji ciwanan re serkeftin xwest û spasiya kesên ku beşdarî zindîkirina bîranîna kurê wê bûne kir.
Bername bi performansên dîlan, şano û stranên yên ku ji hêla beşdaran ve hatine amadekirin berdewam kir. Çalakî bi girtina dîlan û sloganan bi dawî bû.


