TEBQA – Li Tebqayê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di bin dirûşmeya ‘Israra li ser mirovahiyê israra li ser sosyalîzmê ye’ bi beşdariya ciwanan û nûnerên rêveberiya sivîl a navçeya Tebqayê, semînerek diyalogê li dar xistin.
Semîner ku ji hêla ciwanan ve hat rêvebirin bi pêşwaziya beşdarên semînerê û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di semînere diyalogê de têgehên azadî û sosyalîzmê li gorî ramanên Rêber APO hatin nîqaşkirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajare Tebqayê diyar kir ku sosyalîzma demokratîk rêya avakirina kesayeta azad û civakeke demokratîk e.
Di nîqaşan de, nêrîn li ser pêwîstiya birêxistinkirina ciwanan li dora bîrdoziya sosyalîst a azad û nûjenkirina ramanên wan bi rêya perwerdeyê, li hev kirin.
Semîner bi soza ya berdewamkirina û biryardariyê ber bi bidestxistina nirxên azadî, sosyalîzm û mirovahiyê ve bi dawî bû.


