BERLÎN – Li paytexta Almanya Berlînê, li dijî êrîşên dagirkeriyê poster û broşûr hatin belavkirin. Bi pêşengiya TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Têkoşer), kampanyayê bal kişand ser rewşa heyî ya li Rojava û rastiya ku DAIŞ di bin navê hikûmetek veguhêz de tê ferzkirin.
Di çend rojan de, li gelek navendên Berlînê, di nav de Alexanderplatz, Rosenthaler Platz, û Unter den Linden, û her weha li îstasyonên trênê, li kolanan û li cihên xwepêşandanê belavok li raya giştî hatin belavkirin. Di dema kampanyayê de, ji bo dayîna agahdarî li ser pêşketinên li Rojava, bi raya giştî re sohbetên rû bi rû hatin kirin.
Gelek kesan eleqeyek mezin nîşanî broşûrê dan, pirsên li ser çi ye Rojava û êrîşên ku li herêmê diqewimin pirsîn. Ev yek bû sedema axaftinên kûr bi mirovên ji beşên cûda yên civakê re; agahî li ser êrîşên dagirkeriyê û xeta paşverû ya ku Colanî temsîl dikir hatin dayîn.


