TIL BIRAK – Li bajarê Til Birakê Lîga Fûtbolê ya bi navê Şehîd Çiya Rizgar bi serkeftina Tîma Ciwanên Til Birakê bi dawî bû.
Desteya Ciwan û Sporê ya Kantona Cizîrê û bi alîkariya Rêxistina Ciwanan a PYD’ê li bajarê Til Birakê, Lîga Futbolê ya Şehîd Çiya Rizgar li dar xist. Lîg di meha Cotmehê de bi beşdarbûna 16 tîmên ji Til Birak û Til Hemîsê bi rê ve çû. Maçên lîgê li stadyuma bajarê Til Birakê hatin lîstin.
Tîma Ciwanên Til Birakê û Tîma Şehîd Ezûz gihaştin fînalê. Maça fînalê ji aiyê bi hezaran şêniyan ve hate temaşekirin.
Di maçê de Tîma Ciwanên Til Birakê 2-1 bi ser ket û bû şampiyon.



