KOBANÊ – Rojîn Kabaiş keçeke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê bû. Li Zanîngeha Yuzuncu Yul a li Wanê xwendekara sala yekem bû û di 27’ê Îlonê winda bûbû û piştî 18 rojan cenazeyê wê li Gola Wanê hatibû dîtin.
Der barê bûyerê de Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê xwendekara zanîngehê Hindirîn Hec Mehmûd ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê, bi xemgînî bûyera Rojîn Kabaiş bi bîr tînin û em ji wê kiryarê pir dilgiran in. Em wek xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê vê binpêkirinê red dikin û daxwaza adaleta ji bo Rojîn Kabaiş û tevahiya binpêkirinên li dijî xwendekaran û jinan dikin.”
Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê bang li sazî, hiqûqnas û meclisên xwedekaran kir ku li hember vê yekê bisekinin.



