LOZAN – Li ber Dêra Église Saint-Laurent a li Kantona Lozanê ya Swîsreyê, di bin pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û bi beşdariya hevalên enternasyonalîst de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO standeke agahdariyê hate vekirin.
Broşûr û belavok li ser têkoşîna Rêber APO li Îmraliyê hatin belavkirin.
Her wiha ser nave TCŞ Hakan Yılmaz daxuyaniyek da û got:
Wekî TCŞ, em berxwedana 27 salan a Rêber APO silav dikin.
Rêber APO gelek caran ji bo me ciwanan pêvajoyek stratejîk afirand û rolek da me.
Îro, divê em bi berpirsiyarî bibin beşek ji vê têkoşînê.
Têkoşîna Rêber APO ya 52 salan ji bo me nasnameyek û hêviyek e.
Em deyndarê Rêber APO ne. Ji ber vê yekê, di her aliyê jiyanê de, divê em li ser bingehên manîfestoya bimeşin.
Îro, em bang li hemû ciwanên Kurd dikin:
Werin em xwe di hemû waran de birêxistin bikin.
Cihê rêxistinê ne girîng e; Ya girîng ew e ku li her derê ji bo azadiya Rêberê me komun bên avakirin.
Azadiya Rêberê me azadiya gelê Kurd, Kurdistanê û hemû mirovahiyê ye.
Ji bo jiyaneke azad, exlaqî û siyasî, komun bi qasî nan û avê biqîmet e.
Di dawiyê de, em her sal di 8ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêberê xwe meşek li dar dixin.
Em bang li hemû ciwanan û gel dikin ku ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin.
Werin û îradeya xwe di vê rêya azadiyê de nîşan bidin, em bêdeng nemînin, em bi hev re bimeşin.”
Piştî daxuyaniya TCŞ , Lîa, li ser navê koma Hevalên Navneteweyî axivî û ragihand, “Werin em hemû di 8ê Mijdarê de li Kolnê ji bo azadiya Rêber APO bimeşin.”
Çalakî bi govendên halay û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.


