VIYANA – Di kombûna ciwanan a li Viyanayê ya paytexta Awistiryayê de, rol û girîngiya ciwanan di avakirina civakeke demokratîk de hate nîqaşkirin.
Siyasetmedarê Kurd Cuma Tak di civîna ciwanan de axivî û bal kişand ser rola ciwanan di têkoşîna azadiyê de, beşdarbûna wan di têkoşîna gerîla ya 40 salî û girîngiya wan a dîrokî. Cuma Tak diyar kir ku di vê qonaxa têkoşînê de, divê manîfestoya civakeke demokratîk a nû bi hişmendî, bawerî û biryardariyeke mezintir were vejandin.
Tak tekez kir ku bi taybetî ciwanên Kurd ên Viyanayê divê li hember hemû êrîşên li ser hebûna Kurdan hişyar bin da ku nasnameya xwe ya Kurd biparêzin û xweparastinê pêş bixin.
Di kombûna de vîdyoyek ji şehîdên azadiya Kurdistanê hat nîşandan. Ciwanan bi qîrîna dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” û bi reqsên gelêrî çalakiyê bi dawi kirin.


