EYN ÎSA – Ciwanê bi navê Îsamîl Yasîn (25) ji bajarê Eyn Îsayê ye îro ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer birîndar bû.
Li agahiyên ku nûçegihanên me dane, Îsamîl Yasîn dema li devera Meşrefa (2 km li rojhilatê navenda bajarê Eyn Îsayê ye) erd cot dikir mayînek pê de teqiya û birîndar bû.
Îsamîl destpêkê rakirin nexweşxaneya Omer Elûş a li bajarê Eyn Îsayê piştre wî birin nexweşxaneyên bajarê Reqayê.



