HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Heseke, bi boneya salvegera 27’emîn a komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê li ser Rêber Apo, meşekî ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo lidarxistin, di bin dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xeta me ya sor e”. Nêzî 100 ciwanan tevlî meşê bûn.
Meş li Çarxereya Kanîsê dest pê kir û heya Hogayet berdewam kir. Ciwanan pankart û al hildan û dirûşmeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berz kirin. Her wiha, ciwanan bi pankartan şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan Ronî Gever, Çiya Rizgar, Rohat Rover, Bişeng Brûsk û Sara Hogir bi bîranîn.
Çalakî bi xwendina daxuyaniyekî Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dawî bû. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Di 9″ê Cotmehê de, em komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin, di vê rojê de êrîşeke eşkere li ser îradeya gelên azad û projeya neteweyek demokratîk hat kirin .
Em vê komployê bi tundî şermezar dikin, ku bi tecrîda li ser Rêberê me di Zindana Îmraliyê de bi armanca şikandina bîrdoziya wî û îradeya gelên ku baweriya wan bi projeya wî ya rizgariyê heye, bi şêwe û rêbazên cûrbecûr berdewam dike.
Ev komplo ne tenê li ser şexsê Rêber APO ye , lê di heman demê de fikra azadiyê jî hedef girt û xwest ruhê berxwedanê yê ku di dilê bi mîlyonan ciwan, jin û mirovên azad de li her derê belav bûye ji holê rake.
Îro, di vê salvegera çarenûssaz de, em piştrast dikin ku wekî Ciwanên Şoreşger, em ê bi ruhekî berxwedan û israrkirina têkoşînê bidomînin, û em ê dengê xwe bi dengekî bilind ban bikin heya ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe û hemû hewldanên şikandina îradeya gelên azad werin pûçkirin.”



