Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoya pêkanîna xeyalên şehîdên 10’ê Cotmehê ye

Edîtor: Nucan Serdoz
09/10/2025 - 9:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Ji bo têkbirina komployê dakevin qadan!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 10’an a êrîşa bombeyî ya ku 10’ê Cotmeha 2015’an li Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê pêk hatî de, daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di komkujiyê de zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û ev komkujî yek ji bûyerên tarî ya di bin çavdêriya dewletê de pêk hatiye. KCK’ê ragihand ku hesreta aştî û jiyana demokratîk a şehîdên 10’ê Cotmehê di têkoşîna gelan de tê jiyîn û ev tişt got, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoya pêkanîna xeyalên şehîdên 10’ê Cotmehê ye.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di êrîşa 10’ê Cotmeha 2015’an a li Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li ber Gara Enqereyê de, zêdeyî 100 welatî şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn. Em vê komkujiya nemerdane ya li dijî îdeala gelan a xwişk-biratiyê, jiyana hevpar û demokratîk, di salvegera 10’an de car din bi tundî şermezar dikin û kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Îdeala wan a xwişk-biratiya gelan, aştî, azadî û jiyana demokratîk di têkoşîna gelên me de dijî û rêwitiya xwe ya ber bi serketinê ve didomîne. Em car din diyar dikin ku, bi komkujiyên bi xwîn wê hesreta gelan a ji bo aştî, azadî û xwişk-biratiyê neyê tunekirin. Wê nekare pêşî li îdeala gelan a wekhevî, azadî û jiyana hevpar a li Tirkiyeya demokratîk bigire. Kesên ji bo jiyana wekhevî û azadiyê ya gelan, stranên aştî û xwişk-biratiyê dibêjin û govend digerînin, hîna ji destpêkê ve ev hêz têk birine. Wê hesreta wan teqez pêk were.

YEK JI KOMKUJIYÊN TARÎ YA DI BIN ÇAVDÊRIYA DEWLETÊ DE PÊK HATÎ

Komkujiya Garê yek ji komkujiyên tarî ya di bin çavdêriya dewletê de pêk hatî ye. Tevî ku 10 sal li ser derbas bûne, komkujî bi hemû aliyên xwe nehatiye ronîkirin, ev yek yekser rola dewletê û desthilatdariyê ya di komkujiyê de nîşan dide. Komkujiya ku bi destê DAÎŞ’ê pêk hatî, nikare dewlet û desthilatdariyê veşêre. DAÎŞ di gelek êrîş û komkujiyan de hatiye bikaranîn. Di vê komkujiyê de jî bikaranînek heye.

Ev komkujî beriya şerê ku 10 sal in li hemberî gelê Kurd tê meşandin pêk hat, ev yek nîşan dide ku bikaranînek heye. Beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê pêk hatina komkujiyên bi vî rengî, ne tesaduf e. Di pêvajoya ku êrîşên wiha dihat kirin de kedkar, jin û gelek rêxistinên civaka demokratîk ji bo aştî û pêşî girtina şer ev çalakiya dîrokî pêk anîn. Ev çalakî wê her tim di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Tirkiyeyê de were bîranîn. Piştî van êrîşan li Tirkiyeyê gav bi gav hemû qadên demokratîk hatine tengkirin, azadî hate sînordarkirin. Li Tirkiyeyê di serî de li dijî hêzên demokrasî û gelê Kurd, ev 10 sal in şerê qirêj û taybet didome û encama pêvajoyeke wiha pêk hat.

ARMANCA PÊVAJOYÊ, PÊKANÎNA HESRETA ŞEHÎDÊN 10’Ê COTMEHÊ YE

Zextên ku 10 salan berdewam kirine, nekarîne gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê têk bibe, berovajî wê van polîtîkayan Tirkiye bi pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û dîplomatîk re rû bi rû hiştiye. Gelên me di van 10 salan de bedêlên giran dane, lê belê dev ji têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê ya ku hestên şehîdên 10’ê Cotmehê bûn, bernedane. Di encama vê têkoşînê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi înîsiyatîfa Rêber Apo bi rê vê diçe, destpê kiriye. Armanca pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di serî de pêkanîna xewn û xeyalên şehîdên komkujiya 10’ê Cotmehê ye. Dema ku ev pêvajo gihîşt serkeftinê bedêlên giran ên ku şehîdên me bi canê xwe dane wê watedartir bibe.

Ji ber vê yekê divê hemû gelê me û dostên me ji bo serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî çalak di nava têkoşînê de cihê xwe bigire. Rasttirîn bersiva ku em bidin bîranînên kesên ku di encama komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane, wê ev be. Bi vê nêrîn û baweriyê em dubare kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan di nava têkoşîna xwe de zindî bigirin û xewn û xeyalên wan pêk bînin.’’

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Tevgera Ciwanên Şoreşger li gelek cihan li dijî komploya 9’ê Cotmehê meş li dar xist

Nivîsa Pêş

KOMPLO YA 9’ Ê COTMEHÊ DESTPÊK Û DAWIYA SERDEMEKÊ YE

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KOMPLO YA 9’ Ê COTMEHÊ DESTPÊK Û DAWIYA SERDEMEKÊ YE

KOMPLO YA 9’ Ê COTMEHÊ DESTPÊK Û DAWIYA SERDEMEKÊ YE

Karayilan: Şehîd Şivan yek ji lehengên ku Kobanê rizgar kirin, bû

Karayilan: Şehîd Şivan yek ji lehengên ku Kobanê rizgar kirin, bû

Manşet

  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.