NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarên Amûdê, Şedadê û Tirbespiyê, li dijî 27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya ser Rêber Apo meşên meşaleyî li dar xistin. Bi dehan ciwan beşdarî xwepêşandanê bûn, ku bi dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xeta me ya sor e” hate lidarxistin.
Ciwanan bi pankart û alên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo amade kiribûn, dever tijî kirin. Her wiha pankartên bîranîna şehîdên ciwan ên navdar Çiya Rizgar, Rohat Rover, Bişeng Brûsk û Sara Hogir hilgirtin. Di tevahiya meşê de gelek caran dirûşmeyên ji bo Rêber Apo hatin gotin.
Amudê
Meş bi xwendina daxuyaniyek ji Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de ev tişt cih girtin:
“Em komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo şermezar dikin. Ev roj êrîşeke eşkere ye li ser îradeya gelên azad û projeya neteweya demokratîk e. Ev komplo, ku bi rêya tecrîda rêberê me li Girtîgeha Îmraliyê bi awayên cûrbecûr berdewam dike, armanc dike ku îradeya gelên ku baweriya xwe bi bîrdoziya wî û têkoşîna azadiyê tînin bişkîne. Lê belê, van êrîşan nekarîne ramana azadiyê ji holê rakin. Berxwedan di dilê bi mîlyonan ciwan, jin û mirovên li çaraliyê cîhanê de dijî.
Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger, em tekez dikin ku em ê bi rihê berxwedan û israrê têkoşînê bidomînin; em ê dengê xwe hîn bilindtir bikin heta ku Rêber Apo azad bibe.”
Tirbespiyê
Şedadê



