DIRBÊSIYÊ – Bi pêşengtiya Tevger Ciwanên Şoreşger ê Dirbêsiyê, meşekî zarokan ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo hat li darxistin. Meş li navçeya Til Kermê ya girêdayî Dirbêsiyê pêk hat, bi beşdarbûna zêdetirî 100 zarokan.
Zarokan alên Rêber Apo hildan û pankartên bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo xeta me ya sor e”. Zarokan diyar kirin ku ew jî şagirtên Rêber Apo ne û azadiya wî ya fîzîkî dixwazin.



