HANNOVER – Îro li Hannoverê beriya meşekê ku hatibû plankirin, operasyoneke berfireh a polîsan hat lidarxistin.
Li Navenda Civaka Kurdî ya Demokratîk a Hannoverê ciwanên ku li hev hatibûn, ji hêla polîsan ve hatin şopandin. Polîs bi awayekî keyfî ciwanan rawestand û kontrola nasnameyê kir. Hin ciwan jî hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hin ciwanên ku ji Hamburgê bo beşdarbûna meşê hatibûn Hannoverê, ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Di dema operasyonê de, hînci wan ku li Hannoverê dijiyan jî di nav kesên hatine binçavkirin de bûn.
Berpirsiyarên polîsê diyar kirin ku ev baskîn û binçavkirinên bi gotina wan “ji bo peyda kirina ewlehiyê ya giştî” hatine pêkanîn.
Li ber Navenda Civaka Kurdî ya Demokratîk a Hannoverê li benda ciwanan hîn jî berdewam e.


