HAMBURG – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Hamburg, Almanya, ji bo protestokirina êrîşên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê (HTŞ) li ser Helebê kom bûn.
Di daxuyaniyek çapemeniyê de ku li ser navê TCŞ hat weşandin wiha hat gotin:
“Şeva borî, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê bi çekên giran hatin hedefgirtin. Ketin û derketinên taxan hatin astengkirin, deverên sivîlan hatin bombebarankirin û qadên jiyanê yên giştî hatin astengkirin. Kesên ku ji bo xwepêşandanê derketin herêman hatin gulebarankirin; gelek sivîl birîndar bûn û hin kesan şehîd ketin.”
Daxuyaniya çapemeniyê wiha dewam kir: “Ev êrîş ne tenê li dijî gelê Helebê ne, lê di heman demê de li dijî îradeya jiyana demokratîk û azad li Rojava ne, ku bi bedelên giran di nav deh salan de hatiye avakirin. Gelê Rojava bi parastina azadî û jiyana hevbeş a jin û ciwanan di nav tariya Rojhilata Navîn de bûye mînak. Ji ber vê yekê, hedefa van êrîşan ne tenê herêmek e, lê mafê çarenûsa gelan e. Em, ciwan, dizanin ku berxwedana berdewam a li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne tenê têkoşîna rûmeta gelê herêmekê ye, lê ya hemû mirovahiyê ye. Wek ciwanên Kurd ên Ewropayê, em ê berxwedana gelê xwe hembêz bikin û bibin dengê têkoşîna azadiyê.”



