NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan (SOHR) ragihand ku ev ciwanê navbûrî di 31 çileya 2025’an li benda kontirolê yê El Faxura li Humisê hate binçavkirin, hin aliyê ewlehiyê agahî dane malbata wî ku lawê wan ji girtîgeha Navendî birine girtîgeha El Balona û rê neda malbatê ku sardana malbatê bike.
SOHR diyar kir ku ji destpêka salê heta niha 59 kes di girtîgehên hikûmeta veguhêz ya Sûriyê de ji ber eşkenceyê hatine kuştin ku piraniya wan ji parêzgeha Humisê ne.



