TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqa û Efrîn meşekî bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo xeta me yê sor e” li Tebqayê li darxist.
Meş bi tevlîbûna dehan ciwanan ji taxa yekemîn destpêkir û ber bi taxa duyem ve çû. Alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û wêneyên Rêber Apo hildan.
Di dawiyê meşê de berdevkên Tevgera Ciwanên Şoreşger axivîn û diyar kirin ku wê heya dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xebat bikin û wê li ser şopa şehîdan bin.
Meş bi qîrîna dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.



