REQA – Li Reqayê pîrozbahiyek bi boneya bîst û duyemîn salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate lidarxistin.
Di bin dirûşmeya “Bi hev re ji bo avakirina Komara Sûriyê Demokratîk” de, şêniyên bajêr, nûnerên tevgerên ciwanan û jinan, sazî û encûmenan, û şêx û rûspiyên eşîran ji kantona Reqayê beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahî bi deqeyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina li giyanên şehîdan dest pê kir. Piştre nameyek ji Rêber Apo ku ji şêx û rûspiyên eşîran re hatibû şandin, hate xwendin. Nameyê bal kişand ser kûrahiya têkiliya dîrokî ya di navbera gelên Kurd û Ereb de û girîngiya hevpeymaniyek di navbera wan de ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê û pêşvebirina nirxên jiyana hevbeş destnîşan kir.
Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Meclîsa Rêveber, Meclîsa Civîna Jinan a Zenobia û Meclîsa Malbatên Şehîdan gelek axaftin hatin kirin. Di van axaftinan de tekezî li ser berdewamiya rêya azadiyê û parastina destkeftiyên gel, û pêwîstiya xurtkirina yekîtiyê di navbera hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de hate kirin.
Di axaftinan de, her wiha, hate destnîşankirin ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ji damezrandina xwe ve, projeya avakirina civakek piralî û demokratîk ku mafên hemû gelan mîsoger dike, bêyî dûrxistin û bêparkirinê, û ji bo Sûriyeyek demokratîk û nenavendî dixebite, daye destpêkirin.
Pîrozbahî bi stran û govend bi dawî bû.



