NAVENDA NÛÇEYAN – Di civîna 11an ya komîsyona meclisê de spasiya Rêber APO hat kirin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd daxwaza demokrasiya berfireh û misogeriya qanûnî hat kirin.
SPAS JI BO RÊBER APO
Serokê Federasyona Eşîrên Kevnar Rasîm Aslan diyar kir ku pevçûn rê li ber windahiyên giran vekiriye. Aslan anî ziman ku di serdema piştî 2005’an de polîtîkayên înkarê hêdî hêdî hatine guhertin û spasiya xwe ji bo banga Rêber APO ya ji bo danîna çekan anî ziman û wiha domand: “Wekî Federasyona Eşîrên Kevnar, em spasiya Abdullah Ocalan dikin ji bo banga wî ya ji bo danîna çekan.”
“ÊN BÛNE BELA SERÊ KURDAN HÛN IN”
Di komîsyonê de Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Teblîxa Îslamî Mehmet Beşîr Şîmşek axivî. Ev komeleya behsa xeberê, ji hêla Enver Kiliçarslan ve hatiye avakirin ku ev kes Gonca Kurîş jî di nav de ji kuştina bi dehan kesan a bi rêbaza “girêka beraz” hatiye darizandin. Dema Beşîr Şîmşek diaxivî, hem MHP hem jî DEM Partiyê bertek nîşan da.
Piştre jî Cengîz Çîçek ê DEM Partiyî axivî û got: “We bi girêka beraz mirov qetil kirin. Ên bûne bela serê Kurdan hûn in.”
PROJEYA VEGERA GUND
Serokê Federasyona Eşîrên Kevnar Rasîm Aslan got, “Çareserkirina gazindên welatiyên me yên ku neçar man koç bikin û ji jiyana xwe ya li gund û mezrayan hatin qutkirin, wê bi projeya vegera gundan pêkan be.”
Piştî guhdarkirinê civînên vî heftî bi dawî bûn. Hefteya be jî civînên komîsyonê wê bi guhdarkirinê berdewam bikin.



