REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqayê li hola Stadyuma Şaredariya Reqayê merasîmekî bîranînê ji bo şehîd Çiya Rizgar li dar xistin.
Bîranîn bi deqayekî bêdengiyê ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre Bozan Kobanê, hevserokê Federasyona Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, axivî, qala kesayeta şehîd Çiya Rizgar û mîrateya têkoşîna wî anî ziman.
Di dawiya merasîmê de, mûm hatin vêxistin û slogan hatin berzkirin.



