HELEB – Li Qada Şehîdan a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclisa Malbatên Şehîdan, merasîmekî ji bo bîranîna endamê Koordînasyona Komalên Ciwan şehîd Çiya Rizgar hat lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê hat destpêkirin. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Helebê Dunya Bekir axivî. Dunye qala têkoşîn û berxwedana şehîd Çiya kir û da diyarkirin ku heya pêkanîna xeyalên şehîdan û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî Mistefa Hemo axivî û banga gelê Helebê û gelê kurd kir ku tekoşîna xwe hîn bilindtir bike û ku her kes xwe di pêvajoya aştî û civaka demoqratîk de tê de bibîne.



