NAVENDA NÛÇEYAN – Naaşa Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Şehîd Çiya Rizgar (Arjen Yavuz) ku di 25’ê Tebaxê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir, ji bo oxirkirina dawî ber bi Goristana Şehîdan a Mehmet Karasungur a li Qendîlê rê ket.
Merasîma Şehîd Rizgar bi beşdarbûna hevalên wî, malbat û raya giştî li Qendîlê bê lidarxistin. Rola pêşeng a Çiya Rizgar di têkoşîna ciwanan de û mîrateya ku wê bi helwesta xwe ya bi biryar û fedakar li pey xwe hişt dê di axaftinên ku di merasîmê de werin dayîn de were destnîşankirin.


