NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna Şehîd Çiya Rizgar (Arjen Yavuz), ku pêşengekê şoreşa Rojava bû, daxuyaniyek nivîskî weşand. Tevger diyar kir ku jiyana Çiya Rizgar ji bo ciwanan bûye mînak û di rêxistin û hewldanên berxwedanê de roleke pêşeng lîstiye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bersiva herî mezin ji bo parastina rêya şehîdan, pêkanîna xeyalên wan li ser bingeha felsefeya Rêbertî ye.
Daxuyanî bi vi rengî ye:
“Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şehîd Çiya Rizgar ku bi xebatên xwe yê li Rojava meşandiye re xwedî kedeke mezin bû, bi jiyana û sekna xwe her tim ji hevalên xwe û ciwanan re dibû mînak bi minnetdarî, bi rêzdarî û minnetdarî bibîr tînin. Hevaltêya wî ji bo me her tim minak; jiyana wî ya bi moral û coş rehberê me ya tekoşine be. Emê rêheval Çîya tekoşîna xwe de her tim bidin jiyan kirin û hedef armancên wî tekoşina xwe de ser bixin.
Şehîd Çiya Rizgar di ciwanî de bi tevlêbûna şerê azadiyê re ji Bakur heya Rojavayê Kurdistanê bûye xwedî jiyaneke fedaiyane. Bi taybetî di xebatên ciwanan de, di ronî kirin û rêxistinkirina ciwanên de , di areste kirina xeta berxwedanê de rista pêşengtiyê hilgirt. Bi sekn, kesayet, mutevazîbûn, fedekarî û şewqa xwe re bûye sembola hevaltiya rast ji bo hemû kesên ku wî nas dikin. Beramberê her cure pirsgirêkan her tim heza çareserî û ronakbiri xwede afirand.
Di berxwedana Nisebînê de bi sekna xwe ya bi biryar rê ji bo gele xwe û hevalên xwe bû hêvî. Rê heval Çiya Rizgar, di şoreşa Rojava de jî bûye pêşengê têkoşîna ciwanan; bi kesayeta xwe ya fedaî û dilnizim bûye mîlîtanek mînak yê Apoyî. Li gel nexweşiya xwe jî her tim têkoşiya û heya keliya xwe ya dawî jî israra xwe ya di xeta Rêbertî de berxwedayînê domand.
Hêza herî dinamik yê şoreşa Rojava ciwanin. Xwedî derketina li şehîdên xwe qasê jiyandina bîranîna wan heman demî de bi fikir û felsefeya Rêbertî re xewn û xeyalên wan pêkanîne. Jiyana Ş. Çiya Rizgar nîşanî me dide ku bêyî pêşengiya ciwanan şoreş berfireh nabe, azadî pêk nayê. Wek mîrateya herî bi nirx ya ku ciwan ji xwe re mînak bigrin, rihê wî yê berxwedêr, coş û moralê wî, fedakariya wî, mûtevazî bûna wî, û azmê wî ye.
Di şexsê wî de em cardin dibinin ku şehîdên me rêberê herî mezin yê têkoşîna me ya azadiyê ne. Bîranîna Şehîd Çiya Rizgar dê sekna bi biryar, rêxistinî û fedaî ya ciwanan de bijî. Em jî bi xwedî derketina têkoşîna wî re soza xwe ya di rêya şoreşê de meşînê û pêkanîna xewnên şehîdên xwe cardin dûbare dikin.
Di serî de malbata Şehîd Çiya Rizgar ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. bi xwedî derketina bîranîna wî re soza xwe yê li ser esasê felsefeya Rêbertî de armancên wî bi cîh anîn û mezin kirina şoreşa Rojava dubare dikin.
Şehîd Namirin!
Bijî Serok APO!”
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyê



