HESEKE – Piştî 26 salan, ji dema ku Rêber Apo hat girtin, îro carê yekemîn dîmen û dengê Rêber Apo hat belavkirin. Rêber Apo bang kir ku ji niha û şûnve aştî û siyaset bikevin meriyetê û rêbazê tekoşîna çekdarî were bidawîkirin. Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel daket qadan û weşandina banga Rêber Apo pîroz kir. Ciwanên Heseke jî beşdarî pîrozbahiyê ku li Parka 4’ê Nîsanê hat lidarxistin.
Denîz Serêkaniyê kêfxweşiya xwe di vê rojê de anîn ser ziman û hezkirina xwe ji Rêber Apo re da diyar kirin.
Ehmed Ebdulselem, endamê komîteya dîplomasiyê yê Ciwanên Meclîsa Sûriyê Demokratîk, banga Rêber Apo pîroz kir û got ku Rêber Apo peyama aştiyê li hemû gelên Rojhilata Navîn belav kir.
Hêvîn Murat destnîşan kir ku Rêber Apo rêberê yekemîn e ku aştiyê ji gelê kurd re dixwaze. Her wiha, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.
Di pîrozbahiyê de dîmenê banga Rêber Apo hat temaşe kirin. Di dawiyê dîmen de fîşekên hewayî hatin teqandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Şahî bi stran û govend berdewam kir, bi tevlîbûna hunermend Mihemed Cûdî.