TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger îşev meşekî erebeyan lidar xistin. Ciwanan li gelek taxên bajarê Tebqayê geriyan da ku dîmenê Rêber Apo ku cara yekemîn piştî 26 salan di ragihandinê de hat belav kirin, pîroz bikin.
Meş li ber navenda Kombûna Jinan a Zenobia dest pê kir û di nav kolan û taxên sereke de derbas bû. Tilîliyan û dirûşmeyên silavkirina Rêber Apo hatin kirin. Her wiha, wêneyên Rêber Apo, al û pankart hatin bilindkirin.
Jinên ciwan ên beşdar tekez kirin ku ev kêliyekî dîrokî ye, ku hêvî û biryardariyê nû dike. Wan tekez kirin ku têkoşîna jinan dê heta ku azadiya civakê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were berdewam bike. Her wiha, da nîşandan ku ew hêza xwe ji îdeolojiya Rêber Apo digirin.