LUZERN – Turnuvaya futbolê ya li Lucerne ya Swîsreyê ku di kesayetiya Şehîd Armanc Cemre de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê hatibû lidarxistin, bi maçên fînalê bi dawî bû. Di turnuvayê de ku 26 tîm beşdar bûn, di maçên fînalê yên piştî tûrên eleminasyonê de têkoşînek mezin derket.
Di fînalê de, tîma Girzêrîn a ji Zurichê kûpaya şampiyoniyê hilda, Azadî ya ji Ticino di rêza duyemîn û tîma Mexmûr a ji Lozanê di rêza sêyemîn de cih girt. Her tîmek ku beşdarî turnuvayê bû, bi performansa xwe ya li qadê hevgirtin û ruhê xwe yê têkoşînê nîşan da.
Piştî fînala turnuvayê, çalakvanê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Argeş Welat axivî û tekez kir ku turnuvaya futbolê ne tenê werzîşek e, lê di heman demê de îfadeya têkoşîna giyanî û civakî ye jî. Welat di daxuyaniya xwe de ev gotin bi kar anî:
“Ev turnuvaya futbolê ku em îro bi navê Ş. Armanç Cemre li dar dixin, yek ji çalakiyên pîroz e ku bi ruhê Apoyî û şervaniyê li dîasporaya Ewropayê tê lidarxistin. Daxuyaniya dîrokî ya ku Rêber APO di 27ê Sibatê de da, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên cîhanê bangek girîng e. Li ku derê bin jî, em ê berpirsiyariya xwe ya li gorî vê bangê bi ruhê têkoşîn û berxwedanê bicîh bînin.”
Turnuva, ku ji 7 heta 70 kesan beşdar bû, bi biryardariya zindî hiştin û mezinbûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi dawî bû. Beşdaran turnuva bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok APO” bi dawî kirin.