Yekitiya Jinên Ciwan di 29’ê Hezîrana 2025’an de, bi boneya salvegera 29’emîn a şehadeta şehîd Zîlan, di bin dirûşmeya ‘Ji bo azdiyê dem dema pêşengiyê ye’ li bexçeyê hola Serdemê ya bajarê Hesekê Festîvala 5’emîn a Şehîd Zîlan organîze kir.
Li hola festîvalê wêneyên Rêber Apo û şehîdan hatibûn daliqandin. Di festîvalê de endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, jinên ciwanan û ciwanên şoreşger amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj axivî.
Bêrîtan Roj destnîşan kir ku îro 29’emîn salvegera wwedawenda wan Şehîd Zîlan e û diyar kir ku şehîd Zîlan ji bo ku êrişa li ser Rêber Apo vala derbixe canê xwe feda kir.
Bêrîtan Roj di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kesayetiya şehîd Zîlan û anî ziman ku îro bi hezaran keç û xortên vî welatî bi rihê Zîlanan di xeta Rêber Apo de ne.
Bêrîtan Roj qala armanca lidarxistina festîvalê kir û anî ziman ku ev festîval di çarçoveya Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” Rêber Apo de, xurtkirin û çandina rihê fedaîtiya Zîlanan hat organîzekirin.
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo jî axivî û di axaftina xwe de destnîşan kir ku di dîrokê de, di rojeke wiha de, di şexsê xwedawend Zîlan de jin jiyanê zindî dikin. Rîhan da zanîn ku 29 sal e têkoşîna Zîlanan hîna jî bê navber didome.
Rîhan Loqo di berdewama axaftina xwe de aşkera kir ku ew vê roja fedaîyane li xwedawend Zîlan pîroz dikin û got: “Ji Rosa Luksemburg’an, heya şehîd Sara û Zîlanan, têkoşîna jinan heya roja îro zindî bû.”
Rihan Loqo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya şehîd Zîlan û got; “Çalakiya heval Zîlan hişt ku em wek civak bi azadî bijîn. Ev çalakî bû bingehê nimûneya projeya netewa demokratîk ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê. Ev bû hêza manîfestoya sedsala 21’emîn. Heval Zîlan ji bo azadiya civakan bû nimûneya herî bi hêz ya jiyanê.”
Piştî axaftinan koma muzîkê ya Ger Stêrk a Tevgera Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn û hunermend Hojîn, Sîrlî, helbestvan Arsoz derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Di festîvalê de govend hat gerandin, gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.