ŞENGAL- Dewreya perwerdeyê ya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengal ve di Akademiya Şehîd Berîvan de bi navê Şehîd Cîhan Hivron hatibû vekirin, piştî 15 rojan bi serkeftî bi dawî bû.
Di dewreya perwerdeyê de ku nêzîkî 12 jinên ciwan beşdar bûn, gelek dersên îdeolojîk ên wekî Çand û Exlaqa Şoreşger, Welatpîarêzî, Jîneolojî, Şerê Taybet, Xwebûn û hwd. hatin dayîn.
Di dewreyê de nirxandinên Rêber APO yên li ser jinan jî hatin xwendin û ser de gelek nîqaş hatin kirin.
Endama perwerdeyê ya ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku armanca wan wekî jinên ciwan ew e ku pêşengiya banga Aştî û Demokratîk a ku ji aliyê Rêber APO ve hatiye destpêkirin bikin û xwedî li banga ku ji aliyê Rêber APO ve ji bo gelê Êzidî hatiye şandin derkevin, erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.
Di roja dawî ya perwerdeyê de, ji hemû jinên ciwan helwest û biryarên ji bo pêvajoyê hatin girtin. Hemû jinên ciwan soz dan ku ew ê bi raman û felsefeya Rêber APO tevbigerin û heta dawiyê rola xwe ya pêşengiyê bi awayê herî baş bilîzin.