NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarokê Hecîn ê rojhilatê Dêra Zorê, ji bo balkişandina ser komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo, li komînê civînek lidarxist.
Niştecihên komîna Hecîn beşdarî civînê bûn. Beşdaran li ser paşxaneya dîrokî û siyasî ya komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li ser Rêber Apo hate destpêkirin, agahî wergirtin. Her wiha li ser komployên bi heman rengî yên li dijî gelên Rojhilata Navîn û encamên wan ên hemdem nîqaş hatin kirin.


