HELEB – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ya Bajarê Helebê perwerde ya tenduristî ya 15 rojan bi dawî kirin.
Di serî de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin girtin. Li ser navê Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger Şêx Heleb axivî û got: “Em vê dewrê li hemû hevalên beşdarî vê perwerdê bûne pîroz dikin. Di serî de ev dewre ne tenê dewreyek tenduristî, dewreyekî fikrî û îdeolojî ye.”
Li ser navê komîteya tenduristî Şîraz Suleyman axivî û got: “Di serî de ez vê dewrê li rêberê ku hîştî em civakê nasbikin, xwe nasbikin, azadiyê xwe nasbikin, bi rêz Abdullah Ocalan pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku tiştên ku şagirtan di vê dewre de fêr bûn, li hemû civakê parve bikin. Carek din vê dewre li hemû heval pîroz dikim, li rêyê azadiyê yê ku hîştine em xwedî îrade bin pîroz dikin”.
Piştî wê ji bo bîranîna şehîd Zîlan sînevizyonek li ser jiyana Şehîd Zîlan hat temaşe kirin. Piştî wê bawernameya perwerde hat belavkirin. Bername bi dîlan û stiran bi dawî bû.