HESEKE – Bi boneya salvegera 29’an a şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta Bakûr û Rojhilatê Surî Festîvala 5’emin a Şehîd Zîlan lidardixe. Festîvala ku li Hesekê tê lidarxistin bi mîhrîcanekî werzîşî destpêkir.
YJC (Yekiitya Jinên Ciwan), 5’êmin festîvala xwe bi dirûşmeya “Ji bo Azadiyê, dem dema pêşengtîyê ye” li hola werzîşê ya Lîstokgeha Şehîdên Bendavê li dar xist.
Di serî de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin.
Jinên Ciwan basketbol û gelek lîstokên din ên werzişî lîstin.
Di dawiyê de lîstîkvanên serkeftî hatin xelatkirin.