NAVENDA NÛÇEYAN – Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Reqayê û li Kobanê bi boneya salvegera şehadeta 29’emîn a şehîd Zîlan çalakiyek li dar xist.
Yekitiya Jinên Ciwan û Tevegera Ciwanên Şoreşger li bajarê Kobanê yê kantona Firatê meşeke meşaleyî organîze kir. Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Aştî ve çû.
Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Reqayê çalakiyekê bîranin lidarxistin. Di çalakiyê de bi dehan ciwan û nûnerên saziyên sivîl amade bûn.