DERAZOR-Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêra Zorê, bi hevrkariya Desteya Çand û Antîkan, wêne û modelên çandî yên ku mîrata jinên Dêra Zorê temsîl dikin nîşan dide. Hemû saziyên sivîl û gelek niştecih beşdarê pêşengehê bûn. Çalakî bi gotareke pêşwaziyê ya Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêra Zorê dest pê kir. Piştî vê yekê gera hola pêşangehê dest pê kir. Gelek wêne û modelên çandî û mîratî hatin pêşandan, di nav de modelek pira daliqandî ya DêraZorê û hin wêneyên jiyana njinan, di nav de cil û bergên çandî ya jinên Erep hat nîşandan.
Hevserokên Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêra Zorê jî li ser vê çalakiyê axivîn, ku armanc dike bîranînên çand û mîratê û jiyana geş a jinan vejîne.