TIL KOÇER – Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Til Koçer, bi hevrêziya Desteya Ciwan û Werzîşê ya navçeyê, dewreyekî perwerde ya vekirî ya 6 rojan da destpêkirin.
Di perwerdeyê de gelek ders tên dayîn, di nav wan de nasnameya ciwanan, “şerê taybet”, şerê gelê şoreşgerî, neteweya demokratîk, rastiya Rêber Apo û rastiya dijmin. Ciwanên navçeyê însiyatîf girtin ser xwe da ku xwe li ser raman û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde bikin û xwe pêş bixin.