MARIGNANE – Li bajarê Marignane yê Marsîlya ya Fransayê, ji bo bîranîna Şehîd Agît Kop turnuvayek futbolê hat lidarxistin. Bi tevahî 9 tîm beşdarî turnuvayê bûn.
Turnuvaya ku ji aliyê endamên ciwan ên Ciwanên Kurdistanê yê Fransayê (CKF) ve tê organîzekirin, duh bi dirûşmeya “Werin em li her derê li dijî qirkirina çandî û asîmîlasyonê xwe birêxistin bikin” dest pê kir.
Hate diyarkirin ku armanca çalakiyê ew e ku ciwanên li Ewropayê dijîn bi rêya çalakiyên çandî bên cem hev û li gorî raman Rêber APO xwe birêxistin bikin.
Di heman demê de, ciwanan bang li ciwanên li Ewropayê dijîn kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêber APO têbikoşin.
Di tevahiya pêşbirkê de bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok APO” hatin berzkirin. Hat diyarkirin ku çalakî wê di rojên pêş de jî berdewam bike.