Enter your email Address

Pazartesi, Temmuz 28, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

PAJK Pelîn Zozan bi rêzdarî bibîr anî

Edîtor: Axin Mahir Dicle
29/04/2025 - 11:29
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
PAJK Pelîn Zozan bi rêzdarî bibîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona PAJK’ê ragihand ku Pelîn Zozan a ku beriya niha di nava Konseya Rêveber a KJK’ê de wezîfe kir, şehîd bûye. Di daxuyaniyê de ku li malpera înternetê ya PAJK’ê hate weşandin, hate gotin “Di meşa xwe ya milîtaniyê ya 23 salan de bi îdîa, werekî û sekna xwe ya şênber pêşengî kir. Di serî de malbata hevrêya me Pelîn Zozan em sersaxiyê ji jinan hemûyan û gelê xwe re dixwazin. Li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevrê Pelîn em ji xwe re weke wezîfeya bingehîn dibînin ku cîhanekê biafirînin ku jin û gel lê azad bin.”

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê bi vî rengî ye:

“Têkoşîna me ya azadiya jinê bi saya milîtanên bêhempa gihîştiye vê astê ku canê xwe di oxira azadiya jinan û gelê xwe de feda kirin. Zîlanan, Bêrîtanan û Sarayan ev xeta azadiyê afirandin. Hevrêyên me yên şehîd ku şopdarê wan bûn, ji bo vê meşa azadiyê ya bi heybet gav bi gav ava bikin, jiyana xwe feda kirin. Ji bo ev xet bikeve meriyetê û bibe malê hemû jinan, bi armanca cîhaneke azad têkoşiyan.

Hevrêya me Pelîn Zozan ku yek ji van hevrêyên me bû, di 27’ê Çileya 2025’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Di meşa xwe ya milîtaniyê ya 23 salan de bi îdîa, werekî û sekna xwe ya şênber pêşengî kir. Di serî de malbata hevrêya me Pelîn Zozan em sersaxiyê ji jinan hemûyan û gelê xwe re dixwazin. Li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevrê Pelîn em ji xwe re weke wezîfeya bingehîn dibînin ku cîhanekê biafirînin ku jin û gel lê azad bin.

Hevrêya me Pelîn sala 1981’ê li Wanê li nava malbateke welatparêz a ji 5 zarokan weke keça yekane ji dayik bû. Ji malbateke welatparêz bû ku bi eslê xwe ji Bedlîs-Xîzanê ye. Hevrêya me Pelîn ku ji zarokatiya xwe ve tevgera azadiyê nas dikir û xwedî hişmendiyeke kûr a neteweyî bû, taybetmendiyên wê yên Kurdistanî kir ku li hemberî mêtingerî û zilma li Kurdistanê helwestê nîşan bide. Hevala Pelîn ji salên xwendina lîseyê û pê ve bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bû û meşa xwe ya şoreşgerî bi biryara milîtaniyê ya sala 2001’ê bêhtir şênber kir. Li gel birayê xwe Azad Serbilind bû yek ji milîtanên pêşeng û kadroyên bijarte yên têkoşîna azadiyê.

Hevrê Pelîn her ku fikrên Rêbertî yên li ser azadiya jinê nas kir, lêgerînên xwe jî kûr kir û meşa xwe ya têkoşînê ya ji 23 salan bi temamî ji bo azadiya jinan bi rê ve bir. Hevrê Pelîn di van salan de hem tevlî nava karên jinan bû, hem jî li her qada têkoşînê kar kir, li zindanên dewleta Tirk ma. Weke Konseya Rêveber a KJK’ê ji têkoşîna civakî û têkoşîna azadiya jinan re pêşengî kir. Ji bo Îdeolojiya Rizgariya Jinê civakî bike bi dil û can kar kir.

Hevrê Pelîn hişmendî, rêxistinî û ked di kesayetiya xwe de kir yek, bû milîtaneke pêşeng û kadroyeke PAJK’ê ya pêşeng. Bi kesayetiya xwe ya wêrek, dilxwaz û xurt li her qadê wezîfeyên şoreşgerî pêk anî, ti carî gav paşve neavêt. Hemû wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî û encam wergirt. Bû mifteya serketinê ya sekna bi dîsîplîn, karkerî û çanda rêxistinî ya xurt. Bi kesayetiya xwe ya bi îdîa û biryar, bi zelalî û hevgirtina xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak. Di perwerdeya jinan û hevrêyên xwe de, di afirandina hişmendiya azadiyê de kedeke mezin da. Ji ber vê yekê jî gelekî hate hezkirin. Bi taybetmendiyên xwe yên bi bandor û rêxistinî derdora xwe guhert û veguhert.

Xeyala wê ya ji bo dîtina Rêbertî, armanca wê ya ji bo avakirina cîhaneke ku jin lê azad bin û azadiya Kurdistanê kir ku bi kelecan, hezkirin û dilxwazî tevlî kar bibe. Bi tempo, kelecan û hevrêtiya xwe di dilê hevrêyên xwe de cih girt.

Piştî ku birayê wê hevrê Azad Serbilind di sala 2011’an de li Botanê şehîd bû, têkoşîna xwe ya li ser şopa şehîdan hîn xurt kir. Heta roja şehîd bikeve, weke kadroyeke pêşeng a li ser xeta PAJK’ê li her cihî rola xwe bi xurtî bi cih anî.

Li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevrê Pelîn em hîn bi xurtî xwedî li şehîdên azadiyê derkevin, rastiya Jin, Jiyan, Azadî bixin meriyetê, li ber koletî, zayendîperestî, faşîzm û neteweperestiyê rabin. Em hîn bi xurtî xwedî li nirxên azadiyê yên şehîdên xwe derkevin, vê têkoşîna ku bi xeyal û keda wan hate afirandin mezin bikin.

Heta ku êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li hemberî milîtanên şoreşger dewam bikin ku ji bo azadiya jinan têdikoşin, wê têkoşîna li ser bingeha xweparastinê jî mafê me yê herî rewa be. Em ê parastina feslefeya Jin, Jiyan, Azadî û mezinkirina têkoşîna azadiyê dewam bikin. Weke jinên ku jiyana xwe dane azadiyê û têdikoşin, em ê li dijî serweriya mêr, xwe biparêzin. Em ê cîhaneke ku jin lê ne azad be û têne qetilkirin qebûl nekin.

Em bang li jinan, gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî sûîqest û komkujiyên ku dewleta Tirk li hemberî milîtanên pêşeng ên azadiya jinê dike, têkoşînê mezin bikin, helwestê nîşan bidin.

Têkoşîn û xeyalên azadiyê yên hevrêya me Pelîn wê bi têkoşîna jinan mezin bibe ku her roj ji bo azadiyê li ser piyan e û jiyana azad û civaka demokratîk tacîdar bibe.

Serweriya mêr, kujerên jinan û dijminê azadiyê wê têk biçin!
Jin wê azad bibin, cîhan wê bi destê jinan azad bibe!

Nasnav: Pelîn Zozan
Nav paşnav: Pelîn Yilmaz
Dem û cihê jidayikbûnê: 23.11.1981 – Wan
Dayik: Muhsîne
Bav: Şemsettîn
Dema tevlîbûnê: 2001
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Çileya 2025 / Herêmên Parastinê yên Medyayê”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Meclîsên Ciwanên Partiya HDK û DEM banga Taksîmê

Nivîsa Pêş

Bi rihê ciwantî ber bi netewa demokratîk ve…

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Bi rihê ciwantî ber bi netewa demokratîk ve…

Bi rihê ciwantî ber bi netewa demokratîk ve...

Xwendekar dê li ser pêvajoyê biaxivin

Xwendekar dê li ser pêvajoyê biaxivin

Manşet

  • Yekîtîya Jinên Ciwan li Dirbêsiyê bîranîn li dar xist
  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn
  • Ciwanên Şoreşger li Dêrazor şehîd Bişeng, Sara û Vejîn bibîranîn
  • Li Tebqa şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan hat bi bîr anîn
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz li Stenbolê Pêşengên Ciwanan bi bîr anîn
  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz û Dayikên Aştiyê li Stenbolê Pêşengên Ciwanan Bi Bîr Anîn

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tebqa şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz li Stenbolê Pêşengên Ciwanan bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê civîna xwe li darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 2’emîn Kongreya Xwendekaran bi biriyarên guhertinê bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Zarokên Agir 6 bajarên faşîstan de hesap pirsî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.