STENBOL – Meclîsa Ciwanên HDK û Meclîsa Ciwanên Partiya DEM ji bo 1’ê Gulanê bang li Taksîmê kirin.
Meclîsa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran bang li Taxa Taksîmê ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê kirin.
Di bangê de wiha tê gotin: “Bi rihê banga civaka demokratîk, israra me ya li ser jiyana sosyalîst dê Taksîmê azad bike. Em ê di 1ê Gulanê de li Taksîmê bin! Bijî yek gulan!”



